Başaran: Êdî bi vê desthilatê çareser nabe

Alîkara Hevseroka HDP’ê Başaran diyar kir AKP ji bo ku rejîma xwe sazûmanî bike çaresernekirina pirsa Kurdan ferz dike û got, ’’Êdî bi vê desthilatê pirsa Kurd çareser nabe.’’

Alîkara Hevseroka HDP’ê Ayşe Acara Başaran got tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewamiya komploya navnetewî ye û diyar kir komplo û tecrîd ji hev ne qut in, Ocalan jî tecrîdê weke parçeyek ji kompoloya navnetewî dinirxîne. Başaran got çawa ku teslîmkirina ber destê Tirkiyê ne tenê pêvajoyeke li dora Tirkiyê bû, tecrîd jî xwedî karektarekî navnetewî ye.

Başaran diyar kir kompoloya ku ev 23 sal in didome ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn têj jiyîn û got,’’Ez naxwazim bikevim nav hêla hiqûqî ya mijarê ji ber ku ti hêla xwe ya hiqûqî nîne. Rejîmeke cuda li kar e ku mekanizmaya navnetewî jî di nav de ye. Dema ku mirov li wê pêvajoyê dinere dema ku Abdullah Ocalan ji Sûriyê hatî derixstin, em dibinin ku hêzên emperyal li Rojhilata Navîn siyaseteke çawa dikin. Xwestin pêşî li wê modêl û perspektîfê bigirin ku îro li Rojava derketiye holê. Polîtîkayên astengkirina yekîtiya Kurdan a li Başûr bi temamî encama ajandaya wê demê ye.’’

Başaran diyar kir pirsa Kurd ji bo AKP’ê bûye amûr, dixwaze bi rengekî çaresernekirî bihêle.

 Başaran got, "AKP ji bo ku rejîma xwe sazûmanî bike çaresernekirina xwe ferz dike. Êdî bi vê desthilatêre çareserî nabe. Abdullah Ocalan gelek caran got di nav heftiyekê de ev ê çawa were çareserkirin. Jixwe heke Mitebaqada Dolmabahçayê bi cih bihata em ê li ser van mijaran neaxivîna."