Baroya Amedê li benda bersiva serlêdana ji bo Ocalan e

Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Aydin Ozdemîr diyar kir li ser daxwaza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan serî li Wezareta Edaletê û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê dane û ew li benda bersiva serlêdanê ne.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî serlêdanên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) kir, şandeyeke CPT’yê çû Îmraliyê û Abdullah Ocalan nexwest hevdîtinê bike, dîsa ket rojevê. Piştî ku mijar ket nav rojevê, 107 parêzeran serî li Baroya Amedê da û xwest ku daxwazên wan ên hevdîtina bi miwekîlê xwe yê li Îmraliyê re ji Wezareta Edaletê û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) re were gihandin. Baroya Amedê, bi erênî bersiv da û daxwaznameyek ji saziyên navbuhurî re şand.

Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Amedê Aydin Ozdemîr têkildarê serlêdanên hevdîtinê, tecrîd ji bo saziyên navneteweyî tê çi wateyê û cezayên ji bo Tirkiyeyê bên dayîn, axivî.

Parêzer Ozdemîr diyar kir ku baro rêxistinên hiqûqê ne û bi zanebûna bi hestyarbûna li hemberî hemû pisgirêkên herêmê tevdigere. Ozdemîr got ku pêvajoya hiqûqî ya têkildarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi rê ve dibin jî, ji vê zanebûnê ye û destnîşan kir ku 107 endamên baroyan, 2’yê Kanûnê bi nivîskî serlêdan kiriye.

TBB DIVÊ ÊDÎ BI ROLA XWE RABE

Ozdemîr wiha dewam kir: “Hevpîşeyên me, bi awayekê nivîskî ji me re ragihandin ku nikarin bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye, hevdîtinê bikin û têkildarê vê yekê divê baro xwe berpirsyar bibînin. Hefteya çûyî me desteya rêvebir li ser vê mijarê civîn çêkir û biryarek da. Me daxwazên hevalên xwe yên serlêdan kirine, di cih de dît. Me di vê çarçoveyê de amadekariyek kir û roja 14’ê Kanûnê hem serî li Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê hem jî serî li Wezareta Edaletê da. Me di serlêdana xwe ya nivîskî de, têkildarê tecrîda derhiqûqî nirxandin kir. Her wiha me got ku Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê û Wezareta Edaletê divê êdî bi rola xwe rabin.”

‘EM Ê LI SERLÊDANA XWE BIPIRSIN’

Ozdemîr destnîşan kir ku ew rastiya ku Wezareta Edaletê parçeyek a hikûmetê ye li ber çavan digirin, lê TBB divê weke rêxistina hiqûqî peywira xwe bi cih bîne û wiha got: “TBB, banekî rêxistinekê ye ku parêzer endamên wê ne. Lewma em difikirin ku têkildarê vê mijarê divê hewldanek hebe. Bi taybetî jî sedema serlêdana me ya wir jî ev e. Hem parêzer hevdîtinê nakin û hem jî alîkariya hiqûqî nakin. Asteke wê heye ku parêzer jî bi bandor dibin. Lewma li vir barek li baroyan hatiye kirin. Baro divê ku li gor qanûna parêzeriyê xwe biparêzin û dema li ser mafên mirovan kêmahiyek çêbibe, dest tê wer bide. Erka me ev e.  Baro neçar in ku li gorî qanûna parêzeriyê serweriya xwe biparêze û dema ku têkildarî mafên mirovan kêmahiyek çêdibe, divê dest tê wer bide. Erka me ev e. Me bi taybetî jî mexdûriyeta hevpîşeyên xwe jî li ber çavan girt û biryar da ku ku li ser vê mijarê du serlêdanên cuda bikin. Helbet em ê lê bişopînin jî.”

 ‘TECRÎD GIRÊDAYÎ PÊVAJOYA SIYASÎ YE’

Ozdemîr destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girêdayî pêvajoya siyasî ye û got: “Em ê hem li dîtina gazincên hevpîşeyên xwe dewam bikin hem jî dixwazin diyar bikin ku eger tiştek ji destê me were, em amade ne ku xwe jê berpirsyar bibînin. Her wiha Tirkiye, yek ji aliyên îmzevan ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Gelek welatan ew peyman îmze kir. Dîsan Tirkiye di mevzûatên navneteweyî yên cur bi cur de, cih digire. Niha dewletên peyman îmze kirine, bi berpirsyariya hikumên di wê peymanê de, tev li vê peymanê dibin. Lewma eger di peymanê de hikumek hebe, ew berpirsyar in ku li gorî wê tevbigerin. Eger tu li gorî wê tevnegerî, divê cezayek diyar ê wê jî hebe.”

‘CEZA, BI DERXISTINA JI PEYMANÊ PÊKAN E’

Ozdemîr qala biryara Konseya Ewropa ya têkildarî  pêkneanîna Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî kir û wiha pê de çû: “Li wir çarçoveya vê jî bi awayekê eşkere, hatiye xêzkirin. Lê em dizanin ku ev rewş ji pêvajoya siyasî ne qut e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Konseya Ewropayê, eger dewletek li gorî peymana wan tevnegere, neçar e ku têkildarê vê yekê ceza bide. Eger di encamê de tu dewlet pêk neyîne, tu peyman li holê namîne. Yanî Rûsya pêk neyîne, Tirkiye pêk neyîne û welatên din pêk neyînin, em ê tenê behsa peymanek a li ser kaxizê bikin. Helbet cezayek ji dewletên ku li gorî peymanê tevnagerin, re heye. Ew jî derxistina ji peymanê û îxrac kirin e. Ji bilî vê cezayekê din nayê hêvîkirin. Lê Ewropa bi awayekê giştî, bûyerên ji siyaseta cîhanî qut nabîne. Lewma cezayekê wiha pêk naîne. Fikira min a şexsî ev e; dibe ku Ewropa ji ber xwesteka xwe ya demeke din jî bi Erdogan re bixebite, bi awayekê giştî prosedura cezayê pêk nayîne.”

‘DERXISTINA JI PEYMANÊ, DIBE SEDEM KU PRESTÎJA WAN WINDA BIBE’

Ozdemîr bi bîr xist ku Tirkiye bi israr li gorî biryarên binpêkirinê yên DMME’yê yên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevnagere û wiha dewam kir: “Di rastiyê de li gorî biryarên binpêkirinê yên DMME’yê tevnegerîn û israrkirina di vê yekê de, derxistina ji peymanê pêwîst dike. Divê bê zanîn ku ev bi tena serê xwe cezayekê girîng e. Ji ber ku îro bûyîna aliyê wê peymanê, di standartên navneteweyî de, prestîjeke hêja ye.

Îro bûyîna aliyê têkîliyên navneteweyî û peymanekê, hûn hêja dibînin. Dewletek, di polîtîkayek a qada navneteweyî de dixwaze bi dewletek din re ya ku aliyê Yekîtiya Ewropayê ye, yan jî peymanên wê îmze kirine, bi rê ve biçe. Lê berovajiyê wê gelek welat naxwazin bi dewletên ku hiqûqa navneteweyî nas nakin û li gorî fermanên hiqûqa navneteweyî tevnagerin rûnên û peymanekê îmze bikin. Heta ku naxwazin hevdîtinê jî bi wê dewletê re bikin.”

‘DARIZANDIN JI SÛCÊN ŞER PÊK TÊ’

Ozdemîr îşaret pê kir ku têkildarê tecrîdê weke civak dihesibîne ku Tirkiye wê ji aliyê saziyên navneteweyî ve bê darizandin, yan jî cezayekê mîna vê wê li Tirkiyeyê bê birîn, şaş e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Darizandina vî welatî yan jî rayedarên wê, encex di rewşên sûcên şer ên cuda û êşkence, pêkanînên xirab de wê pêk were. Di nava sûcên ku li Lahey û dîwana cezayê de, tenê ev hene. Lewma divê hincetên darizandina di mekanîzmayên navneteweyî de, baş bên zanîn. Niha têkildarî Abdullah Ocalan peyman neyê pêkanîn û nemeşandina hiqûqa hundirîn û hiqûqa navneteweyî, di heman demê de tevnegerîna li gorî peymanê ye. Lê di civaka me de tişta ku tê payîn ew e ku Tirkiye têkildarî vê mijarê bê darizandin. Mixabin rasterast, di wateya cezayî de nabe mijarek a darizandinê. Tenê cezayê derxistina ji peymanê heye, lê ev jî ne tiştekî hindik e. Wê demê jî wê gelek welatên Ewropayê nexwazin ku bi Tirkiye re bixebitin û wê nexwazin têkîliyên aboriyê pê re deynin.”