Baroya Amedê ji bo Îmraliyê serlêdan kir

Baroya Amedê ji bo ku serdana Girtîgeha Îmraliyê bike serî li Wezareta Dadê da.

Baroya Amedê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û giriyên din ên li Girtîgeha Tîpa F ya Jidiayî ya Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Wezareta Dadê ya Tirk da. 

Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê 24'ê Mijdarê ji bo miwekîlên xwe yên li Girtîgeha Imraliyê serî li Baroya Amedê dabûn. 

Parêzeran ji baroyê xwestibûn ji bo ku parêzer û malbat bikaribin miwekîlên wan bibînin, ku ev 8 meh in agahî ji miwekîlên xwe nastînin, hewl bidin.

Baroyê ji bo tespît û çavdêriyan li ser mijarên hatî diyarkirin bike, ji bo ku biçe Girava Imraliyê serî li Wezareta Dadê da.

Baroyê got, ''Ji bo ku li cihê cihê tespîta şertên jiyanê yên cezaxwariyên li Girtîgeha Girava ımraliyê were kirin, li ser naveroka serlêdana li Baroya Amedê, bi armanca çavdêrî û nirxandina îdîayên li ser binpêkirina mafên sereke û azadiyan, bûye hewcehiyek ku Wezareta Dadê destûr bide û li cihê cih lêkolîn were kirin.''