Baroya Îzmîrê, têkildarê êrîşa li dijî parêzeran a di rûniştina doza ku Onûr Gencerê kujerê Denîz Poyraz ku li Girtîgeha Şakranê dihat darizandin, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî mafê hevpîşeyên wan ê ku tev li rûniştinê bibin hebûye, bi hinceta ku belgeya wan a rayedariyê nîn e nehiştine tev li rûniştinê bibin û wiha hat gotin: “Bi fermana serokê dadgehê ji bo ber li ketina salona rûniştinê ya parêzeran bigirin cendirmeyan barîkat li ber salona rûniştinê danîne. Gaz û ava bişid berdane parêzerên xwestine tev li rûniştinê bibin. Seroka Baroya me Prz. Ozkan Yucel, ji bo parêzer tev li rûniştinê bibin, xwestiye hevdîtinê bike, lê nehiştine. Hevdîtina Yucel, bi şandeya dadgehê re hatiye astengkirin. Ji nêz ve gaza îsotan berdane Prz. Ozkan Yucel û ew derb kirine.“
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Cube û postal ferq nakin, çi kesên bûbin pêlîstoka desthilatdariyê wê rojekê bên darizandin. Ew roj em û cendirme û gardiyanên êrîşê parêzeran kirine li ber darazê hesab ji hev û din bixwazin. Parêzkarên faşîzmê jî wê wek faşîzmê biçin ser sergoyê dîrokê.“