Parlamenterê BDP’ê yê Çewlikê Îdrîs Baluken der barê xwendekarên girtî de ji bo perwerdeya xwe bidomîne, ji wezîrê dadê pirsî û got bo xwendekarna çi hewldanên we hene.
Baluken bi pirsnameyekê rewşa xwendekarên girtî bir rojeva meclisê. Baluken pirsname da Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn û xwest bersiva wê bide. Baluken bibîrxistin ku xwendekar bi hinceta ‘puşî, pêlavên mekab, hêk û sirûda kurdî’ hatne girtin.
Baluken da zanîn ku di dema hikûmeta AKP’ê de hejmara xwendekarên girtî zêde bûne û wiha pê deçû: “Di encama lêpirsînên hiqûqî de hejmara xwendekarên girtî çende. Li gorî dibistanên ku dixwizinin hejmara wan çende?”
Her wiha Baluken ji wezaretê xwest ku çend xwenderên girtî ji dibistanê hatine durxistin, bersiva wê bide.
Baluken xwest ev pirs bên bersivandin;
Ji sala 2002’an heta niha li gorî salan d idi meha çile û gulanê de hejmara xwendekarên girtî çendin. Opersyon bi taybetî nêzî azmûnên fînalê tê kirin. Gelo ev ne mudaxaleyê mafê perwerdehiyê ye.
Xwendekarên girtî çawa diçin dikevin azmûnên xwe, prosedura wan çiye? Gelo ev maf ji bo hemû xwendekaran derbasdare? Her wiha pereyê çûyîn û hatinê aydê xwendekarane an jî ji aliyê otoriteya cemaerî ve tê dayîn.
Ji bo ku perwerdeya xwendekarên girtî baştir be, xebateke wezareta me heye an na?
Di demên dawî de dadgeh cezayên giran dide xwendekarên zanîngehê. Mînak Cîhan Kirmizigul ji ber puşiyê 11 sal ceza danê. Gelo ev hiqûqiye, wîjdaniye?
Nîşeyên dersan beriya azmûnê çend rojan didin wan? Nîşeyên ku dereng didinê mexuriyetê çêdike. Jibo ev mexduriyet ji holê rabe çi xebat hene.?