Piştî erdhejên mezin ên li Mereş û Hatayê, erdhejzede nikarin xwe bigihînin çareseriyên mayînde. Digel ku stargeh pirsgirêka sereke ye, gihandina ava vexwarinê ya paqij li herêma erdhejê jî roj bi roj dibe meseleyeke giran. Ji bilî van, kêmasiyên hiqûqî, mexdûrên erdhejê yên ku hîn jî xizmên xwe nabînin, zarokên wenda, xetereya asbestê û gelek pirsgirêkên din hene. Di dema ku ev hemû diqewimin, hikumeta AKP û MHP’ê ji dêvila guh bide hişyariyên pisporan li qadên daristanê dest bi avakirina xaniyan kir.
Yek ji rêvebera Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê parêzer Nuray Ozdogan, xebatên partiya xwe, pêdiviyên lezgîn û pirsgirêkên herêmê yên ji 6'ê Sibatê û vir ve ji ANF'ê re nirxand.
Ozdogan diyar kir 6’ê Sibatê ji bo wan hemûyan bû qonaxek û got “Erdheja ku em dijîn felaketeke mezin e. Lê wêraniya giran a mirovî û bajarî ya ku piştî vê karesatê derketiye holê, nikare weke felaket bê gotin. Ev komkujiyek e ku mekanîzmayên rêveberiya heyî, dewlet û hikumet berpirsyarê wê ne. HDP’ê ji destpêkê ve hemû mekanîzmayên partiyê seferber kir ku li dijî encamên karesatê têbikoşin. Komîteyên me yên ku me ji bo hilbijartinê ava kiribû, veguherî koordînasyona erdhejê. Tevî hemû wekîl, meclisa me ya ciwan û jinan, dildarên me û hemû endamên me seferberî hat îlankirin. Di rojên ewil de ku tu sazî û dezgehên dewletê gav neavêtibûn, armanca me ew bû ku em xwe bigihînin herêmê û di çarçoveya derfetên xwe de jiyana mirovan rizgar bikin.
Me bi Koordînasyonên Krîzê yên Navendî yên Enqere û Amedê, maseyên koordînasyona krîza erdhejê li bajar û navçeyan û tevî dildarên xwe nêzî sê hezar qad koordîne kir û em organîze bûn. Di çarçoveya Koordînasyona Krîzê ya Navendî de 4 komîsyonên cuda hatin avakirin: teknîk, veguhaztin û stargeh, koma têkiliya bi AFAD û bajaran. Heta niha nêzî 60 hezar serlêdan li Navenda Koordînasyona Krîzê hatine kirin û 300 hezar danûstandinên cuda jî hatine kirin. Têkilî bi 12 hezar û 322 kesan hatiya dayîn ên ku li nexweşxaneyan tedawî bûne. Heta niha TIR, kamyon û pîkap jî di nav de me 617 wesayît çand qadên erdhejê.”
Ozdogan diyar kir desthilatdariya heyî heke ew ê nikaribe bike meseleya rantê destê xwe dirêjî wî tiştî nake û got “Wekî şîrketên şer û bazirganiyê. Gelek mirovên me ji ber ku nehatin rizgarkirin, jiyana xwe ji dest dan. Ev rewş ne tê efûkirin û ne jî tê jibîrkirin. Em pêkhateyên Tifaqa Azadî û Demokrasiyê, raya giştî ya demokratîk, rêxistinên sivîl, civaka Elewî û komeleyên ku em tê de ne, tevî polîtîkayên çewisandin û tirsandinê jî bi qasî ku ji destê wan tê xebatên xwe yên alîkariyê meşandin. Tevî vê yekê jî hevgirtineke mezin û watedar çêbû. Partiyên me, dost û dildarên me ji bo ku xwe bigihînin her gund û navçeyê kedeke mezin dan. Di heman demê de bi astengkirina kamyonên alîkariyê, desteserkirina navendên me yên alîkariyê ji aliyê hêzên hiqûqî û qeymeqamtiyê ve hewl hat dayîn ku tirs û fikaran çêbikin. Ev tişt hê jî didomin.
Ozdogan diyar kir beriya her tiştî li herêmê hê jî pêwîstî bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê heye û got “Mirov neçar man cenazeyên xwe di bin kavilan de bihêlin. Mafê her kesî heye ku bigihêje cenazeyê xizmê xwe û cenazeyan veşêrin. Di bin navê rakirina enkazan de, cenazeyê mirovan jî wekî enkaz tên dîtini. Ev li dijî mirovayetiyê ye. Pirsgirêka asbest û hilweşandina ekolojîk didome. Em dibînin ku di warê xisarên asbestê de tu tevdîr nayê stendin. Li hinek deran enkazan li erdên çandiniyê rû dikin. Ger li herêmê hilberîna çandiniyê raweste wê pirsgirêka xurek û birçîbûnê derkeve holê. Ava vexwarinê, stargeh û xurek hîn jî pirsgirêkên mezin in. Divê demildest pirsgirêka ava vexwarinê û vexwarinê bê çareserkirin. Pêdiviya bi konteynerên ku ji bo şert û mercên hewayê guncan e, bi lez û bingehîn e. Jiyana di konan de jî gelekî zehmet e û dema hewa germ bibe wê nexweşî zêdetir bibin. Li hinek deran bajarên ji konan hatine avakirin lê ev qad bûne qadên şovê yên desthilatdariyê.”
Parêzer Nuray Ozdogan diyar kir wan li dijî hemû kiryarên derqanûnî serlêdana sûc kirine û got “Derbarê rayedar û wezîfedarên ku xebatên rizgarkirin û lêgerînê nekirin, operatorên telefonê yên ku karê xwe nekirin, kesên alavên alîkariyê desteser kirin û êşkence kirine, me gilî kir. Kesên bûne sedema vê qetlîama mezin wê di warê hiqûqî û siyasî de hesap were pirsîn. Di heman demê de beriya ku xebatên rakirina enkazan dest pê bikin, divê dozger li qada hilweşînê delîl û lêkolînê bike. Ji bo diyarkirina berpirsiyariyên sûc û hiqûqî girîng e. Lê belê weke saziyên dewletê, mekanîzmayên darazê jî bêyî erêkirina hikumeta navendî tu gavan navêjin.”