Aysel Tûglûk hate binçavkirin
Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk hate binçavkirin.
Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk hate binçavkirin.
Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ji aliyê polîsên çûn mala wê ve bi hinceta lêpirsîneke sala 2012’an hatiye destpêkirin, hate binçavkirin. Înfaza cezayê hefsê yê 10 salan ê derbarê Tûglûkê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû taloqkirin.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li ser hesaba xwe ya X’yê têkildarî mijarê ev parvekirin kir: “Aysel Tûglûk ji aliyê polîsên çûn mala wê ve bi hinceta lêpirsîneke sala 2012’an hatiye destpêkirin, hate binçavkirin û dibin edliyeya Çaglayanê. Tacîza darazê ya li dijî Aysel Tûglûk a ji ber nexweşa demansê ye derbarê wê de biryara taloqkirina înfazê hate dayîn, didome!”