AvEG-Konê ji bo çalakiyên 3'ê Sibatê bang kir
AvEG-Konê ji bo çalakiyên 3'ê Sibatê ku li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê wê li gelemperiya cîhanê werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
AvEG-Konê ji bo çalakiyên 3'ê Sibatê ku li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê wê li gelemperiya cîhanê werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Dewleta Tirk a faşîst, 20'ê Çileyê dest bi şerê dagirkirina axa Efrînê kir. Neteweyên Yekbûyî, NATO, Yekîtiya Ewropa bi bêdengiya xwe ya li pêşberî barandina bombeyan li ser gelê Kurd bûn destek ji dewleta Tirk re. Dewleta Tirk a faşîst bi hêza ji vê bêdengiyê digire, bi rojane bi balafirên xwe yên şer bombeyan li ser Efrînê dibarîne."
Di daxuyaniyê de kuştina 104 sivîla di nava 13 rojan de hat bibîrxistin û hat gotin, ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî re sûcê şer dike.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku yên li pêşberî van komkujiyan bêdeng dimînin û tenê lê temaşe dikin, para xwe di komkujiyan de hene.
AvEG-Konê diyar kir ku ev şer ji aliyê dewleta Tirk, El Qaîde, DAÎŞ û çeteyên OSO ve tê kirin û destnîşan kir ku wezîfeya însanî ye ku ew li ber vî şerî rabin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî mirinê em jiyanê biparêzin. Em nebin hevparê sûcê şer û piştgiriya bi Efrînê re xurt bikin. Roja 3'ê Sibatê em bibin milyonek kes, dakevin qadan û tevlî çalakiyan bibin."