Avahiyên li dijî erdhejê çawa têne çêkirin?
Di 3'ê Çileya 1556'an de li bajarê Shaanxi yê Çînê di erdhejekê de 830 hezar kes mirin. Sedema mirinan xaniyên kevirî yên xerab hatin avakirin bû.
Di 3'ê Çileya 1556'an de li bajarê Shaanxi yê Çînê di erdhejekê de 830 hezar kes mirin. Sedema mirinan xaniyên kevirî yên xerab hatin avakirin bû.
Mirovan ji roja ku di avahiyan de jiyana xwe ji dest dane, li dijî xwezayê dest bi têkoşînê kirine. Xweza wêran kir, mirovan ji nû ve ava kirin. Her ku rastî hilweşînê hatin, li dijî wê serî li zanistê dan û avahiyên mayîndetir hilberandin.
Mînak Dêra Ayasofya ya li Stenbolê ku îro veguheriye mizgeftê di sala 557’an de piştî 20 sal ser avakirina wê derbas bûbû, erdhejek pêk hatibû û di encamê de qubeya wê hilweşiya bû. Bi teknolojiya wê serdemê re, mîmar bi karanîna materyalên sivik qubeya Isodire piçûktir kir û pêvek çêkir da ku avahiyê ji derve destek bike. Ayasofya ji ber gelek erdhejan hejiya, hin beş hilweşiyan û hatin temîrkirin. Lê ew di erdhejên ji sala 557’an dijwartir de hilneweşiya.
Her çend îro teknîkên bihêzkirina erdhejê hinekî cûda bin jî, teknîka ku Ayasofyayê rizgar kir îro jî wekî prensîb derbasdar e.
Başe wê demê, dema îro avahiyên nûjen ên li dijî erdhejê têne avakirin, li çi baldar dibin?
ERDHEJ ÇAWA SER ERDÊ DIHEJÎNE?
Dema ku erdhejek çêbibe, du pêlên sîsmîkal derdikevin holê, pêlên avahî û rûyê erdê derdikevin holê. Pêlên avahîsaziyê jî li ser pêlên P û S têne dabeş kirin.
Pêlên P dişibin pêlên deng. Ev pêl maddeya ku tê de derbas dibin berfireh dibin û girêdidin. Ji aliyê din ve pêlên S-yê dişibin pêlên avê, ew maddeya ku ew derbas dibin ber bi jor û jêr ve diçin.
Dema ku erdhejek çêbibe pêlên P pêşî belav dibin û dû re pêlên S wê dişopîne. Piştre pêlên ser rûyê erd ku girane bandorê li avahiyan dike. Pêlên ser rûyê erd ji ber ku herêmeke berfireh bandor dike, sedema sereke ya hilweşîna avahiyan in.
Ger pêlên ku ji ber erdhejê çêdibin tenê ber bi jor û jêr ve ketibana tevgerê, dê bandora wan sînordar ba. Sedema ku wêranbûna di erdhejê de xurt dike, hejandina li alîyan e. Ev tevger barekî giran dixe ser mekanîzmayên ku avahiyek rast hatiye çêkirin.
Mîmar û endezyar dema ku avahiyek çêdikin, hesabê giraniya erdê ku avahî li ser ava bikin dikin. Her çend ev hesab tevlihev in jî, di prensîbê de her gav dişibin hev. Lê belê, li dijî avakirina avahiyek ku rast û çep biheje, hesab gelek tevlîhev in. Li ser van hesaban faktorên wek avahîya axa bin avahî û lerza erdhejê ya li herêmê tesîreke cidî dike.
AVAKIRINA AVAHIYÊN LI DIJÎ ERDHEJÊ
Dema ku avahiyek çêdibe, berî her tiştî, avahî dê li ku û li ser kîjan zemînê were çêkirin faktora herî girîng e. Ger hûn li ser erdek ku di dema erdhejê de biqelişe, avahiya herî xurt a cîhanê ava bikin, ew ê hilweşe. Ji bo destnîşankirina cîhek înşaatê, endezyar divê pêşî nexşeya tevgera erdhejê ya herêmê kontrol bikin. Li welatên rojavayî ev nexşe ji aliyê erdezan û erdhejnasên pispor ve tên çêkirin û agahî li ser erdhejên ku dibe di 50 salên pêş de li van herêman çêbibin û tundiya van erdhejan tê de hene. Zanyaran bi lêkolînkirina dîroka erdhejê ya herêmê, encamên lêkolînên erdhejê û tevgerên avên binê erdê bi berdewamî vê nexşeyê nûve dikin.
Mînak li Dewletên Yekbûyî, pîvanên herî hişk ên înşaetê yên cîhanê ji bo hemî avahiyên li deverên xeternak derbas dibin. Li herêmên kêm xeternak, kêmtir pîvanên avakirinê hene.
Endezyar piştî nirxandina xetereyên erdhejê yên cîhê avakirinê dîzyana avahiyek pêşkêş dikin. Li herêmên bi rîska bilind, avahî bi awayekî simetrîk têne çêkirin. Destûr ji avahiyên wek şiklê L, T’yê nayê dayîn.
Her çend avahiyên wiha li ser rûyê erdê xweş xuya dikin jî, ew li hember pêlên rûyê erdê bi qasî avahiyên simetrîk berxwedêr nînin. Di avahîyên sîmetrîk de, enerjiya ku di dema erdhejê de derdikeve, li her dera avahiyê belav dibe. Ji ber vê yekê, hêmanên ku avahiyê pêk tînin di bin zextek wekhev de ne. Di avahiyên T an jî L’yê de, zext li ser xalên hevbendiyê têne kom kirin.
BI HÊZKIRINA ÇARÇOVEYÊ
Bê guman, simetrî tenê avahiyek xilas nake. Endezyar li hember hêza wêranker a ku avahî di dema erdhejê de dertê, bi stûn û qatan re sexlemtir dikin. Ev qat bi hesin têne xurtkirin.
Ger rîsk zêde be, endezyar teknîkek bi navê dîwarên qatî bi kar tînin. Dîwarên amûdî ên hundirê avahiyê bi hesinê maqûl têne xurtkirin û çîmentoyeke taybet tê bikaranîn. Ev avahî di dema erdhejê de enerjiya ku rû bi rû dimîne vedigerîne erdê. Dîwarên qatî nermbûna avahiyê sînordar dike. Stûn tên saxlem kirin û bi vî awayî, hemû çarçove li dijî hêzeka hejandinê tev digerin û ji ber ku dîwarên zemînê saxlem in avahî hilnaweşe.
*****
ÇIMA EM SIYASETMEDARAN BERPIRSYAR BIGIRIN?
Matematîka pêşveçûna mirovî hêsan e: em ji rewşekê ezmûn digirin. Em zanînê ji ezmûna xwe digirin û em li gorî zanînê tevdigerin. Ezmûnên xerab me ber bi pêşîlêgirtinê ve, ezmûnên baş ber bi dubarekirinê ve dibe.
Li erdnîgariyek ku bi hezar salan bi erdhejê re jiyaye, hûn hêvî dikin ku ezmûna hezaran salan di bajarvaniyê de ne tenê 5, 10 an 15 bandorker be. Lê belê bi taybetî di bajarvaniya ku di nava 100 salên dawî de hatin jiyîn de, tecrûbeyên mirovahiyê li şûna berjewendiyên kesên xizmetê ji armanca qezenca derdorên rantê re dikin, hat guhertin.
Tirkiye û Kurdistanê di vê pêvajoyê de gelek erdhej dîtin. Di 100 salên dawî de, di çar erdhejên mezin de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Di ser erdheja mezin a dawîn re 25 sal derbas nebûne û di erdhejeke bi vî rengî de bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan
Çima ewqas mirov mirin?
Ji ber ku mala wan a ku cihê herî ewledar bû ji bo wan, bi ser serê wan de hilweşiya.
Çima mala wan hilweşiya?
Ji ber ku mala wan bi rêk û pêk nehatibûn çêkirin.
Çima mala wan baş nehat avakirin?
Piştî vê pirsê em berê xwe didin desthilatdariya siyasî.
***
Li Tirkiye û gelek welatên mîna wan qada siyasetê her tiştî diyar dike. Tenduristiya me, jiyana me, malên me, karên me, stargeha me û heta çi di qirika me de derbas dibe, avahiya siyasî diyar dike.
Em di demên asayî de jî dibînin, lê di demên karesatan de hê zêdetir em dibînin: Desthilatdariya navendî ne di demên asayî de ne jî di demên karesatan de hewcedariyên civakê nikare bicîh bîne. Mijarên ku tenduristiya mirovan û jiyana mirovan eleqedar dikin ne mijarên siyasetê ne.
Eger ji civakê re bê hiştin, ew ê nehêlin bajarên wan ji hêla peymankarên çavbirçî ve werin talankirin.
***
Dewleta navendî, rejîma siyasî çavkaniya sereke ya van pirsgirêkan e.
Hêza siyasî jî ji encamên karesata erdheja îro berpirsyar e.
Eger dewlet baca erdhejê distîne, herêman diyar dike, efûya herêman derdixe, qaîdeyên erdhejê çêdike û kontrola vana dixe destê xwe û eger sîyasetmedar vê dewletê bi rê ve bibin wê demê berpirsiyarê her malên wêrankirî û her mirovek jiyana xwe ji dest dane ew in.
*****
LI MEREŞ Û HATAYÊ ERDHEJÊN KU PÊK HATINE
1365 berî zayînê, Ugarît: Li gorî tomarên dîrokî, bajarê Ugarît li rojavayê Sûriyê wê salê ji ber erdhejeke mezin wêran bûye. Di encama şewata ku ji ber erdhejê derket de bi hezaran kes mirin. Piştî erdhejê bajar ji ber tsunamiyan wêran bû.
526, Hatay: Ev erdheja Hatayê yek ji erdhejên herî mezin ên dîrokê bû li herêmê. Li gorî hin çavkaniyan zêdetirî 250 hezar kes mirin. Tevahiya bajarê Antakyayê wêran bû. Piştî vê erdhejê li herêmê 18 meh bê navber erdhej dewam kirin.
835, Hatay: Bajarê Hatayê wê salê ji ber erdhejê careke din wêran bû. Piştî erdhejê 40 rojan erd hejiya.
859, Hatay: Di 30 Kanûn 859 û 29’ê Çile 860 de du erdhejên cuda Hatayê hejandin. Di vê erdhejê de zêdetirî 1500 xanî û 90 burcên kelha hilweşiyan û nîvê xelkê jiyana xwe ji dest dane. Vê erdhejê bandor li Reqa, Harran, Edene û Şamê jî kir û gelek cih wêran bû. Yek ji wêraniya herî mezin li Laziqiyê pêk hat.
1114, Mereş: Erdheja Mereşê ya 29’ê Mijdara 1114’an yek ji mezintirîn erdhejên dîroka herêmê ye. Di erdheja ku şeva Yekşemê pêk hat de piraniya 24 hezar kesên ku li navenda Mereşê dijîn jiyana xwe ji dest dan. Di erdhejê de Ezaz, Meletî, Edene, Riha û Hatay jî hilweşiyan.
1513, Mereş: Erdheja herî dawî, ya îroyîn nêzîk an bihêztir, îsal li Mereşê pêk hat. Bajarê Mereşê di erdhejê de cara duyemîn derket asta tunebûnê.
1759, Hatay: Di erdheja ku di 7’ê Kanûna wê salê de li Hatayê pêk hat de 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.
1822, Dîlok: Di erdheja 13’ê Tebaxê de li Dîlok, Hatay, Islahiye, Lazqiye û Helebê nêzî 60 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.