Avahiya HDP'ê ya bajarê Îzmîrê hate şewitandin

Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê ragihand ku kesên 'nenas' avêtin ser avahiya wan û dan ber agir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku hin kesan avêtine ser avahiya wan a bajêr û agir berdane avahiyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kesekî bi çek avêt ser avahiya partiya me ya li Îzmîrê û agir berda avahiya me. Li hundirê avahiyê hevalekî me heye ku wezîfedar e. Êrişkar jî yê ku dide êrişkirin jî diyar e. Eger bûyereke neyînî biqewime wê desthilatdarî berpirsyar be."