Astengdarê bihîstinê, ji bo tiştên bihîstî vebêje kirin şahîd!

Astengdarê bihîstinê, ji bo tiştên bihîstî vebêje kirin şahîd!

Di doza ku 3 kes jê bi hinceta “beşdarî çalakiyê bûne” û “endamên rêxistinê ne” tên darizandin de aşkere bû ku kesê weke şahid hat guhdarkirin astengdarê bihîstinê (kerr) ye. Şahid Salih Înce di dadgehê de diyar kir ku ew îfadeyên li enmiyetê ne yên wî ne û got ku ew di bihîstinê de zoriyan dikişîne. Dîwana Dadgehê jî ji bo şahid Înce got; “Şahid di bihîstinan de zoriyan dikişîne û nikare hin peyvan bi rehetî bi kar bîne.”

Teşkîlta polîsên tirk bi taybetî di dozê der barê kurdan de lîstikên ecib dilîzin û her carê yek nû lê zêde dike. Îdîanme bi derew û ji ber xwe avatinê di xemilînin û kesên têkildar netêkildar bi zorê didin îmze kirin. Teşkîlatên Mudûriyeta polîsan bi hemû rêbazê gayrî ahlaqî û bê hiqûqê kesan dişopînin guhdarî dike. Niha jî kesekî ku astendarê bihistinê (Kerr) re wekî şahîd pêşkêşê dadgehê kirine ku tiştên ku bihistiye ji dadgehê re vebêje.

Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê kesê bi navê Halef Yigît ku Qosera Mêrdînê ye û Vedat Bektaş jî ku ji Perwariya Sêrtê ye di 6’ê kanûnê de bi hinceta ku kevir avêtine polîs di wesayîta serwisa xwarinê de bi 5 kesaran re hate binçavkirin. Li ser hin şahid û parvekirinên facebookê hatin girtin. Hate hînbûn ku di Yekemîn danişîna doza zarokan de kesekî astengdarê bihistinê (kerr) weke şahid derxistine mahkemê îfade daye.

‘EZ NABIHÎZIM’

Yîgît û Bektaşê ku li wesayîta serwîsa xwarinê siwarbibûn, wê demê Salîh Ceylanê ku astengdarê bihistinê bû di serwîsê de dixebitî. Salîh Ceylan weke şahid li Dadgeha Yekemîn a Zarokan a Mersînê ev îfade da: “Roja buyerê me serwisa xawrinê kiribû em vedigeriyan. Di rê de komeke ku ji 5-6 kesan pêk dihat em dan sekinandin û li wesayîta m esre siwar bûn. Gotin me li pêş deynin. Lê me nizanibû ji polîs direvin. Guhên min giranin. Ez nabihîzim. Ji ber wê min fêm nedikir çi digotin. Min ev gotin nebihistin. Piştre polîsan hatin em rawestandin. Em birin midûriyeta polîsan. Îfadeya min a midûriyetê ne raste.”

Di îdianameyê de jî îfadeya Salîh Înce wiha hatiye nivîsin;Komeke ji 5-6 kesan em rawestinadin û gotin polîs li du me ne. Me hinekî li pêş deynin.”

SEROKÊ DADGEHÊ: “ZEHMETIYA BIHÎSTINÊ DIJΔ

L i ser vê îfadeya înce heyeta dadgehê di girtekan de wiha derbas kir;Şahid di warê bihistinê de zehmetiyan dikişîne. Bi hêsanî hevokan nekare bêje.”

Di dawiya danişînê de hedeta dadgehê biryara tahliyekirina zarokan da û danişîna din jî taloqê 21 tîrmehê da.