Serfermandariya Artêşa Tirk, der barê nûçeya “Agahiyên sîxûrî yên bûyera Qilabanê ji DYA’yê hat” ya rojnameya Amerîka Wall Street Journalê (WSJ) de daxuyaniyek da.
Serfermandariya Tirk ragihand ku dîmenên bûyera Qilaban a ku 34 kes têde hatin kuştin ne ji DYA’yê hatine.
Serfermandariya Artêşa Tirk diyar kir ku ew dîmenên beriya bûyera Roboskiyê hatine, ji aliyê balefirên bê mirov ên artêşa Tirk ve hatine kişandin.