Artêşa Tirk a dagirker 94 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker 94 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir.
Artêşa Tirk a dagirker 94 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike didome û ev agahî da:
Herêma Zapê
Di 7’ê Adarê de saet di 23.00’an de dagirkeran li Sîdayê êrîşî hêzên me yên di çeperên berxwedanê de kirine. Hêzên me xwe parastine û dagirkerek hatiye cezakirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe kiriye:
Di 7’ê Adarê de çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexe hatiye bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye:
Di 7’ê Adarê de qada Girê Ortê ya Metîna, Girê Şehîd Kamûran a Xakurkê, qadên Girê Şehîd Heqî û derdora çemê Lolanê û çeperên me yên li Çemço û Sîdayê bi obus, tank û çekên giran 93 caran hatiye bombekirin."