Armîta Girawend jiyana xwe ji dest da
Li Tehrana paytexta Îranê, Armîta Girawend a keçeke Kurd a Kirmanşahî ye, ji ber negirtina serê xwe hêzên Îranê êrîş bir ser. Keça Kurd ku ji zû ve li nexweşxaneyê razandî bû, jiyana xwe ji dest da.
Li Tehrana paytexta Îranê, Armîta Girawend a keçeke Kurd a Kirmanşahî ye, ji ber negirtina serê xwe hêzên Îranê êrîş bir ser. Keça Kurd ku ji zû ve li nexweşxaneyê razandî bû, jiyana xwe ji dest da.
Keça Kurd (16) Armîta Girawend a ji Kirmanşahê ku bajarekê Rojhilatê Kurdistanê ye, 1’ê Cotmehê li Tehrana paytexta Îranê ji ber negirtina serê xwe hêzên ewlehiyê yên Îranê êrîş bir ser. Armîta Girawend 28 rojan li Tehranê di komayê de ma.
Li gor nûçeyên medyaya Îranê Armîta Girawend sê roj berê jiyana xwe ji dest daye.