Analîzên Ocalan ên li ser AKP'ê

Ocalan ji bo AKP'ê digot, "AKP wê ji hemû hikumetên beriya xwe bêhtir bibe hikumeta şerê taybet."

Siyaset beriya her tiştî pêşdîtin e. Ji ber ku serketin an jî têkçûn ji vir dest pê dike.

Dema ku rewş û bûyer baş bê analîzkirin, pêşdîtin jî şênber û rasteqîn dibin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha bi 15 salan gotibû, "Erdogan kesekî bi wêrek nîne, wê teslîmî burokrasiyê bibe. Di nêzîkatiya li meseleya Kurd de wê maskeya wî bikeve. Ya ku MHP'yiyan nekirine ew ê bike. Hêjayî lêpirsînê ye ku tiştên dixwaze bi çend xayinên li dora xwe civandiye bike." Roja ku Ocalan ev pêşdîtin kir, di siyaseta Tirkiyeyê de kesî ev yek nedidît, fêhm nedikir.

Dema ku ji bo AKP'ê digot, "Ji hemû hikumetên beriya xwe bêhtir wê bibe hikumeta şerê taybet" hê gelekî zû bû.

Wekî din, di heman wextê de li ser siberoja AKP'ê ev nirxandin kir: "Bi taybetî rastiya ku di hilbijartina herêmî de derket holê, dibetiya 'wê bibe partiya dewletê' ya di bin bandora rastgiriyê de ye, xurt dike. Nîqaşa li ser turbanê û laîktiyê, dibe lîstikek ji bo xapandinê be. Ji ber koalîsyona DSP, ANAP û MHP a rê li ber hêrsa gel vekir û îflas kir û CHP a bi rola 'mûxafizên komarê' dilîze û partiya kontra-çete DYP'ê valahiyek derkete holê. Ji bo dagirtina vê valahiyê, bi hevkariya şîrketên yekdest û beşek ji dewletê, AKP derxistin meydanê. Îslama nerm û demokratiya mûxafazakar a tevlîhev bi kirasekî îdeolojîk hatiye amadekirin. Ji ANAP'ê bêhtir rastgir e. Dişibe komeke şîrketan. Dişibe koalîsyona ji senteza Tirk-Îslamê ku ji bo wergirtina desteka DYA û Yekîtiya Ewropayê hatiye afirandin."

Îro dema ku em lê dinerin, ‘’partiya dewletê ya herî rastgir’, rewşên demokratiya qelp, ketina maskeyên wê yên li ser her mijarê, veguherîna ser partiya îhale û şîrketê û bi vî rengî domdariya wê pêşdîtinên pêkhatî ne. Ev hemû nîşaneyên xwerû yên lêhûrbûn û serifandina teoriya siyasetê ne.

Di vê nivîsê de em ê li ber ronkahiya analîzên Ocalan hewl bidin bersiva van pirsan bibînin bê ka çima em pêdivî pê dibînin ku xwendinekê li ser AKP’ê dikin. Îro lêhûrbûna li ser AKP’ê û fikirîna li ser wê ji sûdekê wêdetir divêtiyek e. Ji ber ku AKP ya ku faşîzmê bi her rengî berbelav dike û qada xwe berfireh dike, bi rengê herî tund û hovane li siyaseta rastgir hewl dide ku cihê herî bilind zevt bike. Ji beriya yên xwe hemûyan zêdetir sivîl kuştin, şer sazkar kir, civak ji hev veqetand û civakîtî kuşt. Ji bo vê mirov tenê ji vê rejîmê re bibêje ‘partiya neqenc’, bi avaniyeke neqenc e, sîstemeke faşîst ava kiriye û kirinên wê li ser vê mirov nikare şîrove bike. AKP û faşîzma wê, şêtbûna wê xwedî pêvajo û paşxaneke dîrokî ya resen e:

‘’AKP weke ku 2001’an derketibe meydanê xuya dike, lê ne wiha ye; xwedî rabirduyeke wiha ye ku xwe digihîne heta bi darbeya 12’ê Îlonê. Di serdema Serokê DYA’yê D.W. Bûsh de rojevbûna Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (PMRN), dagirkeriya li ser Efxanîstan û Iraqê, projeya Îslamaniya nerm a Tirkiyê kire altarnatîfek. Faşîzma Tirkitiya Spî, ji ber sedema hêla wê ya laîk û riziyayî ji girseyan tecrît bûbû. Her wiha berê wê ne li der ve bû. Ji kapîtalîzma global re nevekirîbû. Ji ber ku li pêşberî wê tevgereke cidî ya sosyalîst û demokratîk nebû, DYA’yê qet pêdivî bi faşîzmeke nîjatperest nedidît.Ya girîngtr jî Tevgera Azadiya Kurdistanê, hem li tevahiya Kurdistanê û li Kurdistan ku serweriya Tirkiyê li ser hebû jî, tim geş dibû.’’

Dema ku AKP tê gotin, tişta ku pêşî bi bîra mirov tê ew e ku AKP projeyek e. Ocalan di hemû metnên xwe de ku li ser AKP’ê hûr dibe pêşî li ser wê radiweste bê ka mantiqa derketina vê partiyê ji kû dest pê kiriye û çawa heta bi vê rewşê hatiye. Ji bo vê jî dîroka TC’ê ya ku ji dîroka şemitîna rêgeha desthilatdariyê pê ve ne tiştekî dî ye dide ber pirsan. Heta ku dîroka pevxistî ya AKP’ê neyê fêhmkirin tişta ku îro bi serê me hatî yan wê neyê fêhmkirin an jî wê qet neyê fêhmkirin. Ji bo vê jî, ji bo ku em analîzên Ocalan ên li ser AKP’ê bi rengekî rast bixwînin dive pêşî em li ser sê xalan bi kurtî li paşxana wê û li qonaxên guherîna wê binerin:

Ocalan wiha vedibêje bê ka AKP ji hêla hişmendî ve berhema çiye û çawa guheriye:

**Ya pêşî serdema komplo û darbeyan e ku bi guherîna hêzên hegemonîk ên derve dest pê kiriye.

Ocalan wiha dibêje: ‘’Salên 1950-1980’yî salên gihaştî yên faşîzma Tirkîtiya Spî. Encex bi komplo û darbeyan dom kiriye. Li ser hewcehiya guherîna hêzên hegemonîk ên derve (li şûna Ingiltere hatine DYA’yê) her çendî hin gavên cuda (demokrasîtiya parlamenter a pir partiyî, rêlibervekirina kapîtalîzma liberal, ji laîktiyê hinekî bi paş ve gav avêtin) hatibi avêtin jî dîktatoriya faşîst a olîgarşîk avaniya xwe ya esasî domandiye. Pevçûnên hişk ên civakî û çînî ti encam bi xwe re neanîne. Di encamê de darbeya 12’ê Îlonê pêk hatiye. Darbeyek ku ji ber sedema konjontura hundur û derve (Xirabûna hevsenga ji ber sedema Şoreşa Îranê ya li Rojhilata Navîn û dagirkeriya Yekîtiya Sowyetan a li Efxanîstanê, ji ber sedema xirabûna hevsenga navxwe ya ji ber geşbûna têkoşîna şoreşger) hatibû sazkarkirin, ji hêla dîrokî ve li wê pêvajoya dîrokî li serdema têkçûna pergala faşîst a Tirkitiya Spî rast hatiye û hewl hatiye dayin ku ev têkçûn were rawestandin.

Ji bo vê jî di plana îdeolojîk de li şûna neteweyatiya laîk miletparêziya Tirk-Îslamî li ber xwe danîne, di qada aborî de li şûna ku xwe di hundir de asê bikin hewl dane ku bi yekdestiyên global re bibin yek, ji burjuvaziya bi piranî burokratîk derbasî pêşengiya sermiyana taybet, di qada siyasî-desthilatdarî de wesayeta leşkerî hatiye pêkanîn. Destûra 12’ê Îlonê ku ev verastkirin kirî bi zorê dane qebûlkirin.’’

** Ya dî, Dive em teoriya ‘Xeta Kesk’ bi bîr bînin.

Ev proje girîng e. Baş e, çiye? Projeya Xeta Kesk ji hêla şêwirmendê ewlehiyêa netewî yên Serokdewletê DYA’yê Jîmmy Carter, Zbîgnîew Berzezînskî ve 1977’an hatiye pêşxistin. Armanca projeya Xeta Kesk ew bû ku Îslamê li dijî komunîzmê ji xwe re bikin mertal û pê nehêlin ku Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetan li derdora Kendava Besrayê ku kanên petrol ne, xurt bibe. Avaniyên Îslamî yên li welatên Misilman hatin destekkirin. Bi giştî ev avaniyên ku hatine destekkirin ên radîkal, antî komunîst û rasterast Amerîkanparêz-rojavayî bûn. ‘’Armanca sereke ew e ku demokratîkbûn û sosyalîstbûna civakên ku çanda îslamî lê dijî were astengkirin, çanda îslamê entegreyî kapîtalîzmê were kirin.’’ Ango ji bo ku Rûsya karîger nebe li welatên Îslam polîtîkayeke resen hate danîn û destek dan û destek dane ku li van deran avaniyên nerm werin ser desthilatdariyê.

Li gorî Ocalan îslama nerma û geşbûna wê ya bi AKP’ê re dive li ser vê xetê were xwendin. An na hebûna wê ya niha û mantiqa damezirîna wê, wê neyê fêhmkirin: ‘’Ev bizava ku em jê re dikarin faşîzma Tirkitiya Kesk bibêjin, ji salên 1970’yî û vir ve bi sedema ku berbelavbûna Yekîtiya Sowyetan a li Rojhilata Navîn were astengkirin, Rûsyaya Sowyetan ji Efxanîstanê were derxistin û bi arîşeyên Asyaya Navîn re wê mijûl bikin û ji ber sedema ku li welatên Misilman nehêlin ku civak ber bi demokrasiyê û sosyalîzmê ve bişemite, ji hêla DYA’yê ve, ji ber ku ji netewperestiya nîjadî bêhtir bikêrhatî hatiye dîtin û hatiye destekkirin û li xwe zêde kiriye. AKP bi rengê partiyeke Komara Duyemîn ku 1980’yî dest pê kirî, ji bo serdema wê ya berbelav û rûniştî hate sêwirandin. Weke partiyeke girêdayî polîtîkayên hundir û derve ya Komara Duyemîn, lê êdî dixwaze hegemonyaya xwe temam bike hate sêwirandin. Nakokiyên çêkirî yên AKP-Îsraîlê dive kesî şaş nekin. Mirov nikare bibêje ku qet nakokiyên wan tine lê ev nakokî nakokiyên wiha ne ku di nav heman pergala hegemonîk de dikarin bêne çareserkirin.’’

** Ya Sêyan jî qonaxa amadekirina AKP’ê.

Û rawestgehên girîng ku bûne sebep ew bi rengê projeyên tevlî nav siyastê bibin. Ocalan dîsa balê dikişîne ser dema ku jê re ‘Komara Duyemîn’ dibêje û bûyerên ku di vê demê de pêk hatine:

‘’Di şerê navxweyî de ji ber ku zêde ji qewet ket û ji ber operasyona DYA’yê ya li Iraqê ( Ji çav re her çendî êrîşa provakatîf a rêxistina El Qaîde ya li ser Cot Kuleyan kirin hincet jî) li Tirkiyê desthilatdariya hegemonyayeke nû bûye ferz. Amûrên navxwe yên hegemonyaya nû ji 1970’yî ve dihatin destekirin. Mirov dikare van geşedanan weke qonaxên berbiçav ên vê pêvajoyê bibîne; Qebûlkirina senteza Tirk-Îslamî, Biryarên Aboriyê yên 24’ê Çileya 1980’yî (rêlibervekirina sermiyan fînansê ya global), Darbeya 12’ê Îlonê, girtiya partiyên netew-dewletî yên Tirkîtiya Spî, li nav Artêşa Tirk (Serekerkaniya Giştî) tayinkirinên derî rêz û rêçikan, di Partiya Dogru Yolê de operasyona Tansû Çîller û Hikûmeta wê, pêvajoya 28’ê Sibayê, rûxandina Hikûmeta Erbekan û herî dawî tasfiyekirina Bulent Ecevît hem ji hêla takekesî û hem ji hêla partiyê ve. Pir girîng e ku mirov AKP’ê mîna hazirkirineke li ser van qonaxên hundir û derve şîrove bike.’’

Li gorî Ocalan AKP nave veguherîneke girîng e û ev veguherîn bi kêmanî bi qasî sêwirandina CHP’ê girîng e. Li ser pirsa bê ka ‘’AKP paşxaneya xwe ya îdeolojîk dispêrê çi?’’ wiha bersivê dide:

‘’Hazirkirina AKP’ê bi qasî pêngava Komara ya dîroka hevçax a Tirkiyê girîng e; nave veguherîneke bi wê eyarê ye. Çawa ku CHP partiya navendî ya dewletê ya Tanzîmat, Meşrûîyeta Yekem û Duyem û pêvajoya Rizgariya Netewî bûye, AKP jî partiya navendî ya netew-dewletê ye ku heman pêvajoyan tim bûye muxalîf, bi rejîma Evdilhemît re li hev kiriye, li dijî hegemonyaya Elmanya hegemonyaya Ingilîz ji xwe re esas dîtiye, li dijî netewatiya laîk a Îslamîst aniye, li djî neteweyatiya Siyonîst bi gerdûniya Karaîm Yahûdiyan re tifaq daniye îdeolojiya Tirk-Îslamî ku dema darbeya 12’ê Îlonê artêşê destek didayê ji xwe re kiriye destek, bi pêvajoya 28’ê Sibatê ya artêşê re, piştî parçebûna partiya Necmettîn Erbakan a millîparêziyê radîkal qada jiyanê ji xwe re ditiye.’’

Ev tespît ji bo mirovên baldar hişyariyeke mezin e. Sala 2008'an got, AKP partiya herî dewletperest û hikumeta herî bê rehim a şerê taybet e: "AKP'ê dest ji şer berneda; çarçove û asta şer berfireh û giran kir. AKP ji hemû partiyên dewletê yên beriya xwe bêhtir partiyeke dewletê ye, ji hemû hikumetê beriya xwe bêhtir hikumeteke 'şerê taybet' e."

Dibêje, "AKP weke hêza avaker û rêveber a faşîzma Tirk a kesk, partiyeke ku bi desteka hêzên hundir û derve yên hegemonîk bûye desthilatdar."

Her wiha divê ji bîr nebe ku desthilatdarbûna AKP'ê tê wateya serdemeke nû ya hegemonîk a li nava dewletê. "Hegemonya Tirkê Spî ya heyştê salî ya komarê, hêdî hêdî û bi êşeke giran şûna xwe da faşîzma Tirk a Kesk a ku xwe Îslamiya Nerm pênase dike. Bêguman ev rewş nayê wê wateyê ku dewlet bi temamî hatiye bidestxistin. Lê belê ketiye ser wê rê. Li şûna faşîzma Tirkê Spî yê li navenda Enqereyê, faşîzma Tirkê Kesk a ji navenda Konya-Kayseriyê hêdî hêdî vediguhere hêza nû ya hegemonîk a komarê. Ji niha ve bi rengekî vekirî tê plankirin, sala 2023'an ku sala 100. a Komarê ye bi vê hegemonyayê bê pêşwazîkirin."

Em destpêkê bala xwe bidin ser analîzên der barê nêrîna wî ya li Kurdan. Ocalan şîroveyên xwe yên kûr û herî berfireh ên li ser AKP'ê, di notên hevdîtinê de nekir. Di parêznameyên xwe de kir. Bi destnîşankirina karektera sûnî û Tirkîtiyê bal kişand ser polîtîkayên wan ên li ser Kurdan û Kurdîtiyê. "AKP wê taybetmendiya netewe-dewlet a nasnameya Tirk biparêze û bi amûrên îdeolojîk ên Îslamî sûnî wê xurtir bike. Yên ku pirsgirêk nasnameyê bijîn wê Kurd bin. Beşek ji artêşê pê bawer e ku amûrên îdeolojîk Îslamî wê di tepisandin û tinekirina nasnameya Kurd de roleke girîng bilîze, lewma bi vê hêza nû ya hegemonîk re tifaqê dike."

Ocalan bi taybetî destnîşan dike ku hewldanên tasfiyekirina Kurdan wê ji aliyê AKP'ê ve bidomin: "Ji bo nasnameya Kurd di sedema vê hêza nû ya hegemonîk de bê tasfiyekirin rêbazên nû yên komployê tên ceribandin û wê hê bên ceribandin. Ceribandina vê yekê cara yekê bi anvê Hîzbûllah a Tirk (Gelê Kurd jê re dibêje Hîzbul-Kontra) salên 1990'î hate kirin. Mîna ku avakerê JÎTEM'ê Albay Arîf Dogan bi awayekî vekirî anî ziman, Hîzbul-Kontra rêxistineke ku ji aliyê wan ve hatiye avakirin. Her kes pê zane ku di kuştina zêdeyî deh hezar mirovî bi rengê 'kuştinên kiryar nediyar' de rola vê rêxistinê girîng e. Piştî vê tecrûbeyê bi AKP'ê re derbasî qonaxa duyemîn bû. AKP'ê tevî hevalbendên xwe (terîqat-hêzên holdîngê, bi taybetî kontrayê kesk ku bi navê F. Gulan tê nasandin, lê di eslê xwe de DYA ew xistiye şûna kontrayên reş ên nîjadperest) li Kurdistanê modelek tasfiyekirinê destnîşan kir. Amûra bingehîn a rêvebirina vê modelê Îslamiya Sûnî ya Nerm e. Rêxistinbûna kujer a ku dixwaze bixe şûna Hîzbul-Kontra jî, rêxistineke ku mirov dikare jê re Hamas a Kurd bêje. Plana nû ya tasfiyekirinê, rêbazên faşîst ên Tirk ên Spî û Reş ên berê bi temamî li derve nahêle. Bi giranî wan temam dike û li cihê ew lê bê bandor in, ji nû ve sererast dike. Van qadan, li dijî 'terora partî û komelan' bi pênc-şeş beşên girîng; aborî, civakî, çandî-psîkolojîk, leşkerî, siyasî û dîplomatîk dabeş dike û bi vî rengî hê bi rêk û pêk dike. AKP bi rêya Protokola Dolmabahçeyê ya 4'ê Gulana 2007'an ku bi komeke fermî ya fermandarên artêşê re kir (Di navbera Serokwezîr Erdogan û Serokkomarê wê demê Yaşar Buyukanit de hate kirin û biryar hate dayin ku heta mirinê veşartî bimîne) û bi Protokola Washingtonê ya 5'ê Mijdara 2007'an a bi DYA re biryar li ser da, hewl da vê yekê bi lez û bez bixe meriyetê û hê jî hewl dide. AKP, ji bo li Rojhilata Navîn xizmetê ji hegemonya DYA-Îngilîstan-Îsraîlê re bike ji aliyê van her sê hêzan ve hate avakirin. Di berdêl xizmeta xwe ya ji bo vê hegemonyayê de dixwaze para wê bê zêdekirin. Rêya vê yekê jî ew e ku wesayeta artêşê ya li ser bê sivikkirin, li dijî wan darbeyên nû neyên kirin û ji pasta mêtingeriyê ya li Rojhilata Navîn hîn bêhtir parek jê re bê veqetandin."

Ocalan der barê meseleya Kurdan de destnîşan dike ku di bingeha lihevkirina AKP'ê ya bi xwediyên berê yên desthilatdariyê re, tasfiyekirina hebûna Kurdan (rastiya ontolojîk) û azadiya wan (zanebûn û rêxistinbûn) heye: "Desthilatdarî nedibû ku bi rengekî din bê radestkirin. Di bingeha lihevkirina 1925'an a netewperestiya siyonîst û neteweperestiya Tirk de, înkarkirina hebûna Kurdan û tasfiyekirina hêzên serhildêr hebû. Ev lihevkirin di dema AKP'ê de ne tenê hate qebûlkirin, her wiha bi argumanên Îslamî hate xurtkirin û dewamkirin. Bi kurtasî, xala hevpar a her sê hewldanên nîjadperest ên bingehîn (neteweperestiya Tirk a siyonîst, neteweperestiya Tirk a nîjadperest û neteweperestiya Tirk-Îslamî) qirkirina çandî ya Kurdan e. Her sê neteweperestî di hemû mijarê din de li hemberî hev darbeyan bikin û bi rengekî giran li dijî hev têbikoşin jî, li hemberî rastiya Kurdan helwesteke hevpar nîşan didin. Ya ku jê re 'qanûna bronz' a rejîma faşîst tê gotin, ev e."

Li gorî Ocalan, heyşt salên destpêkê yên desthilatdariya AKP'ê gelekî dişibe heyşt salên destpêkê yên CHP'ê (1923-1931). Li herduyan jî rejîma yek partî serdest e.

Gelo pêşdîtinên AKP'ê yên li ser serdema heyî û polîtîkayên dema bê çi ye? Dibêje ku wê karên xwe yên ji bo tasfiyekirina Kurdan bidomîne.

Li gorî Ocalan, hikumeta AKP'ê ne tenê gav bi gav desthilatdariya dewletê bi dest dixe. Her wiha hegemonîk dike. Mîna serdema damezrandina Komarê, di dema hilweşînê de jî bi hegemonîkkirinê dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne. Di pêvajoya avabûnê de çawa ku hewldana tasfiyekirina Kurdan rê li ber hegemonya faşîst a Tirkê Spî vekir, di pêvajoya jihevketina faşîzmê de jî bi êrîşa dijî nasnameya azad a Kurd re heman hegemonya tê avakirin. Tasfiyekirina Kurdan xala sereke ye ku Komarê ji ronakbîrî û cewhera demokratîkbûnê dûr dixîne. Çawa ku tasfiyekirina Kurdan sedema bingehîn a rûdana neyîniyên li nava Komarê ye, nêzîkatiya berevajî tasfiyekirinê jî rê li ber encameke berevajî vedike. Yanî di serî de demokratîkbûn, pêşketina Komarê li ser bingeheke erênî bi azadiya Kurdan ve girêdayî ye.

Ocalan herî dawî li ser rewşa heyî çend hişyariyan dike. Di şexê AKP'ê de:

Ya yekemîn; destnîşan dike ku AKP li gorî hevsengiyên li nava dewletê meyla xwe diguhere û divê ji meseleya Ergenekonê dersên girîng bên derxistin.

Ya duyemîn; AKP wê li hundir daxwaza aştî û demokrasiyê neke. Lê belê bi mûxalefeteke xurt dikare zexta vê yekê lê bê kirin. Bi taybetî pişta xwe bi dengê Kurdan germ dike û bi israr dixwaze xwe ferz bike. Lê belê eger Kurd nêzîkatiyeke çareseriya demokratîk û aştiyeke watedar nebîne, wê AKP'ê jî bixe rewşa yên beriya wê.

Ya sêyemîn; Eger xwe nede ber çareseriyeke demokratîk a watedar û aştiyeke bi rûmet, wê ti carî ji rêya şerê darbekar-komplogeran nikaribe derkeve. Ji xwe pêvajoya ku em îro dibînin nîşan dide ku rêya hilbijartiye rêya darbe û komployê ye.