Aloziya li dora Ûkraynayê mezin dibe
Aloziya li dora Ûkraynayê mezin dibe
Aloziya li dora Ûkraynayê mezin dibe
Li rojhilatê Ûkraynayê di navbera serhildêr û hikûmetê de alozî dewam dike. Kîev sûcdariyên xwe yên li ser hebûna leşkerên Rûsyayê jî bênavber dewam dike. Hevalbendê Ûkrayna DYA, ji welatên Ewropa Rojhilat re bi sedan tank û maşînên zirxî dişîne.
Hewldanên li ser dawîanîna li pevçûn û tengezariya ji meha Adarê û vir ve di navbera Komarên Gel ên Donetsk-Luhansk û artêşa Ûkraynayê de dewam dike, negihaştin ti encamî. Rêveberiya Ûkrayna ya xwedî desteka welatên rojavayî, her îdîa dike ku Rûsya desteka leşkerî û alavên leşkerî dide komên Rûs ên alîgirên serxwebûnê.
Herî dawî di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Ûkraynayê de hat îdîakirin ku di nava 5 konvoyan de maşînên leşkerî ji sînorê Rûsyayê derbasî herêmên rojhilat ên Ûkraynayê bûne. Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku maşînên leşkerî yên di konvoyê de, tank û maşînên zirxî ne.
Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku li herêmên Donetsk û Luhanskê ji 15 hezar 25 hezar milîtanên çekdar hene û li gel van ji 5 heta 10 hezar leşkerên Rûsya li wan hatine zêdekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rûsyayê herî dawî nêzî hezar leşkerên xwe vekişandiye û ji roja Duşemê û vir ve jî maşînên leşkerî dikevin nava xaka Ûkraynayê.
Di daxuyaniya ji aliyê Rûsyayê ve hat kirin de îdîa hatin redkirin û hat gotin ku rêveberiya Ûkrayna ji bo endametiya NATO'yê dikeve nava hewldanan.
KOMÊN RÛS HÊZA NY KU RÛSYA JÎ DI NAV DE YE DIXWAZIN
Li Donetsk û Luhanskê jî, parlamentên ku di hilbijartinên 2'ê Mijdarê de hat avakirin dixwze Neteweyên Yekbûyî (NY) hêza aştiyê bişîne herêmê. Di daxuyaniya Parlamenta Komara Gel a Donetsk de hat xwestin ku NY li mîsyoneke gengaz a hêza aştiyê, Rûsya jî tevlî bike.
Lê belê rêveberiya Ûkrayna li dijî mîsyona Hêza Aştiyê ya NY a ji aliyê Parlamenta Donetskê ve tê xwestin derdikeve û ji bo vê dijderketinê jî hinceta "Ji xwe li herêmê bi têra xwe leşkerên Rûsya hene" destnîşan kir.
DYA 150 MAŞÎNÊN LEŞKERÎ DIŞÎNE ROJHILATÊ EWROPAYÊ
Li aliyê din di daxuyaniyeke artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de hat ragihandin ku wê ji welatên li Rojhilatê Ewropayê re herî kêm 150 tank û maşînên zirxî bê şandin. Ji artêşa DYA berpirsyarê yekîneyên leşkerî yên li Ewropayê Ben Hodges anî ziman ku maşînên zirxî wê ji bo tetbîqeta leşkerî ay NATO ya li Polonyayê bên şandin.
Piraniya wan li Elmanyayê hînê derdora 29 hezar leşkerên DYA li welatên Ewropayê hene. Hejmara yekîneyên li Îtalya û Belçîkayê car carna tê zêdekirin.