Almanya: Divê Tirkiye otonamiya çandî bide Kurdan

Almanya: Divê Tirkiye otonamiya çandî bide Kurdan

Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsa Federal a Almanyayê îro daxwazên kampanyaya ‘bila nasnameya kurd bê nasîn’ guhdarî Kir. Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç ku kampanya organîze kir bal kişand ser pêkanînên newekheviyê yên li ser kurdan û pirsa “Seferataxaneya tirk Almanyayê bi rê ve dibe?” pirsî. Sekreterê dewletê Dr Chrîstoph Bergner diyar kir ku dê qedexeya PKK’ê bidome. Bergner ji Tirkiyeyê jî xwest ku otonomiya çandî bidin kurdan.

Meclîsa Federal îro ji bo hevdîtineke girîng ya ji bo kurdan malovanî kir. Runiştina li Komîsyona Daxwaznameya Meclisê pêk hat, kurdan xwest serlêdana wan a bi 60 hezar îmzeyê ya sala borî bê qebûlkirin. Komîsyon jî di rojên pêş de 12 xalên di kampanyaya ‘Bila nasnameya kurd bê nasîn’ dê ji bo dengdanê bibin meclisê.

Di vekirina runiştinê de serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç ku kampanya organîze kir, bal kişand ser polîtîkayên cudaxwaz yên hikûmeta Berlînê ya li ser kurdan. Koç da zanîn ku li Tikriyeyê ger nasnameya kurd bê nasîn wê demê dê pêvajoya demokrastîbûna lezgîntir bibe û xwest bila Almanya ji vê re pêşengiyê bike.

ÇIMA MUXATABÊ KURDAN SEFERATXANEYA TIRK E?

Koç krîterê der barê parastina kêmarê Yekitiya Ewropayê bi bîr xist û wiha got: “Kurd li vir mafê kêmaran naxwaze. Kurd dixwazin bibin xwedî mafên ji bo komên penaber yên din hatine dayîn. Ez bawer im hun wekheviyê diparêzin. Em di xala yekemîn de israr dikin. Divê nasnameya kurd bê nasîn. Em tirk, ereb û fars ninin.

Koç pirsa ‘Seferatxaneya Tirk Almanyayê bi rê ve dibe ‘ ji sekreterê dewletê Dr Chrîstoph Bergner kir û wiha got: “ Di dosyaya ku min daye we de hemû belgeyên ku min newekhevî jiyaye heye.” Koç di dosyayê de ev mînak pêşkêş kir:

"Di meha Gulanê de li Hannoverê malbatek dixwaze navê kurdî li zarokê xwe bike. Lê ev daxwaz nayê qebûlkirin û dibêjin biçin seferatxaneya tirk. Dê û bav li Almanya ji dayikbûn e. Qanûna Alman dibêje her kes xwedî mafên hevpare. Lê ev bo me derbas nake. Ji ber ku biryareke siyasî hatiye dayîn. Ez dipirsim; kî vir bi rêve dibe? Almanya bi rêve dibe ne. Çima seferatxaneya tirk biryara navê kurdî dide.

Mînakên YEK-KOM’ê jî bidim. Alîkariya komeleya me ya Hamburgê hate birrîn. Hincet jî ji ber ku endama me ye. Ez ji wezaretê dipirsim. Wezaret ji hemû eyaletan re faksê dişîne. Di faksê de dibêje hemû daxwazê kampanyayê red bikin.

KAMPAYA ME MANÎPULE NEKIN

Koç da zanîn ku wezareta karê hundir dixwaze kampanyayê manîpule bike û got: “Hun çima mafê me asteng dikin. Ji kerema xwe re aşkera bikin. Hemû komele li gorî qanûnan hatine avakirin. Qeyda wan hatiye kirin. 70 komeleyên YEK-KOM’ê hene. Em rêxistineke gelek girîng a kurdane. Me serî li eyaletan da û xwest mafê perwerdehiya bi kurdî bê dyîn. Lê gelekan bersiv neda me. Yên dan jî daxwaz redkirin. Hemû kurdan piştgirî da kampanyayê. Biryareke siyasî li jî kurdan heye. Em parçeyekê vê civakê ne, me cuda nebînin. Dibe ku navbera Tirkiyeyê û Almanyayê de têkilî hebe. Lê me nekin qurbana van.”Koç kon êzîdî li Almanyayê dijîn û nûneriya wan a ol tune.

EDAMÊ KOMÎSYONÊ REMMERS: ÇIMA QEDEXEYA PKK’Ê DIDOME?

Hinek endamên komîsyonê got li Tirkiyeyê li gorî çanda tirkan nav tê dayîn û got li Almanyayê divê ev neyê kirin û endamê Partiya Çepgir Ingrîd Remmers jî balkişand ser qedexekirina PKK’ê û got: “Me gelek caran ji hikûmetê pirsî çima PKK hêj tê qedexekirin. Bersiva wan ev bû; ji ber rewşa Tikriyeyê. PKK’ê bi salan agirbest îlankir. Banga aştiyê kir. Ji ber qedexeyan kurd tên astengkirin.

QEDEXE DÊ BIDOME LÊ TIRKIYE BILA PIRSGIRÊKÊ ÇARESR BIKE

Sekreterê dewletê Dr. Christoph Bergner jî der barê qedexekirinê de wiha got: “Almanya ji 1993’an heta niha PKK’ê wekî rêxitsin terorê dinase. Hebûna PKK’ê ji bo Almanyayê xeter e. Ji ber bûyerên terorê qedexeya PKK’ê dê bidome.”

Endamê komîsyonê parlmenterê Keskan Mehmet Kiliç jî wiha got: “Bi PKK’ê re hevdîtinê Osloyê hatin kirin. Protokol hatin îmzekirin. Hikûmeta Federal van dizane gelo?

Dr. Bergner jî wiha got: “Hikûmeta Federal piştigriyê dide çareserkirina pirsgirêka kurd. Em di vir de pêşniyaran ji bo Tirkiyeyê dikin. Tikriye divê otonomiya çandî bide kurdan. Mirov zehmetiyê dikişîne Erdogan fêm bikin.

Piştî axaftina Bergner, bi axaftina serokê Komîsyoan Daxwaznameyê Kersten Steînke bi dawî bûn. Steînke got daxwazên hatine berdestê wan dê di rojên pêş de bi runiştineke veşarî pêk bînin.