Alîkariya ji bo Rojava hatiye komkirin dê sibe bişînin
Alîkariya ji bo Rojava hatiye komkirin dê sibe bişînin
Alîkariya ji bo Rojava hatiye komkirin dê sibe bişînin
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan di derbarê alîkariya gelê Rojava de diyar kir ku, pêwîste alîkarî bi rêk û pêk bê kirin û alîkariya tê komkirin li gorî lîsteyê bê komkirin. Gokkan da zanîn ku, alîkariya li Nisêbînê kom bûye dê sibê bişînin Qamişloyê.
Alîkariya ji bo gelê Rojava di çarçoveya kampanyayê de li bajarên Kurdistanê berdewam dike. Alîkariya ku li Nisêbîn, û gelek bajarên din tên komkirin li navçeya Nisêbînê tên depokirin û ji vir jî dişînin Qamişloyê. Alîkariya ku heta niha hatiye komkirin dê sibê ji navçeya Nisêbînê bişînin Bajarê Qamişloyê. Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkan diyar kir ku, alîkariya tê komkirin pêwîste weki lîsteyê bigehije destê wan û bi rêk û pêk bê şandin.
Gokkan anî ziman ku, alîkariyên tên komkirin di ser navçeya Nisêbînê re ji Qamişloyê re tê şandin û wiha got: "Alîkariya li bajarê herêmê tê komkirin li vir tên ser hev û em ji vir dişînin Qamişloyê. Ji niha û şûnde kesên alîkariyê kom dikin û bi kamyonan dişînin, divê lîsteya alîkariyê amade bikin û ji me re bişînin. Di kijan kamyonê de cih heye divê lîsteya wê derxin û ji me re bişînin. Ev alîkarî dê her hefte berdewam bike. Derî her tim vekiriye. Di nava hefteyê de alîkariya mirovahiyê digehe Qamişloyê. Li wir herî zêde alîkariya zexîre, pêdiviyên jinan, zarokan, xwarina zarokan, derman pêdiviya sereke ne. Kesên ku dixwazin alîkariyê bi gelê Qamişlo re bikin sibê di demjimêr 08.30'an de divê li Navenda Çandê ya Mitannî bin.