Aktaş: Gelo di rojeva hikûmetê de lêkolînkirina qirkirina Dêrsimê heye?

Aktaş: Gelo di rojeva hikûmetê de lêkolînkirina qirkirina Dêrsimê heye?

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş ji hikûmeta AKP’ê pirsî ka di rojeva wan de lêkolînrkirina qirkirina Dêrsimê, ji bo aşkerekirina rastiyan û jiholêrakirina mexdûriyetan heye yan na.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş di pêşniyarpirsa xwe ya pêşkêşî Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu kir de ji hikûmeta AKP’ê pirsî ka di rojeva wan de lêkolînkirina qirkirina Dêrsimê, ji bo aşkerakirina rastiyan û jiholêrakirina mexdûriyetan heye yan na.

Aktaş bi bîr xist ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan sala 2011 serokwezîr bû û ji bo qirkirina Dêrsimê gotibû “Ez lêborînê dixwazim” lê piştî vê gotina lêborînê ti xebatek ji bo lêkolînkirin û aşkerakirina komkujiya Dêrsimê nehatiye kirin.

Parlamenterê HDP’ê Kemal Aktaş di pêşniyarpirsa xwe de ev pirs kirin:

-Gelo hûn ê belgeyên pesendkirin û encamên bûyerên sala 1938’ê li Dêrsimê qewimîn bi raya giştî û zanyaran re parve bikin an na?

-Armanca rapor û planên di dema komarê de têkildarî herêma Dêrsimê hatibûn amadekirin çi ye? Di van planan de ji bo kiryarên li herêma Dêrsimê hatin kirin çi hatine gotin?

-Her çendî sala 2011 serokwezîrê wê demê ji bo qirkirina Dêrsimê gotibû “Ez lêborînê dixwazim” lê piştî vê gotina lêborînê ti xebatek ji bo lêkolînkirin û aşkerakirina komkujiya Dêrsimê nehatiye kirin.  Gelo sedema vê yekê çi ye?

-Seyid Rizayê 75 salî yê ku weke berpirsê bûyerên sala 1938’ê tevî kurê xwe Huseyin ê 16 salî hatin girtin. Li gorî qanûnê temenê her duyan jî ji cezayê îdamê nedigirt, lê bi awayekî neqanûnî temenê Seyid Riza hatiye biçûkkirin û yê kurê wî Huseyin hatiye mezinkirin û bi vî awayî hatine bidarvekirin. Gelo ev agahî rast e yan na?

-Gelo agahiya ku dibêje di dema bûyerên 1938'an ên li Dêrsimê de gazên bi jehr hatine bikaranîn rast e? Ger rast be kîjan gaz hatiye bikaranîn?

-Hejmara mirovên di bûyerên 1938'an de hatin kuştin, jin û zarokên ji cih û warên wan hatin kirin û hatin sirgûnkirin çend in? Çend kes şandin çend bajaran?

-Çend zarokên malbatên wan hatine kuştin weke ewlad dane malbatên din? Çi bi serê van zarokan hatiye?

-Heta sala 1936’ê navê parêzgeha Dêrsimê Dêrsim bû, lê piştî sala 1936'an hate guhertin û bû Tuncelî, lê heta niha jî gelê herêmê navê Dêrsimê bi kar tîne. Gelo ji lêvegerandina navê Dêrsimê tu xebateke we heye? An jî hûn ê xebatekê ji bo vê yekê bikin?

-Hûn ê ji bo bûyerên sala 1938 ku li Dêrsimê qewîmîn xebateke we ya ji bo aşkerekirina rastiyan, lêkolînkirina van bûyeran, aşkerakirina berpirsyaran û dayina mexdûriyeta mexdûran xebatekê bidin destpêkirin?