AKP’ê rê li ber parlementerên girtî girt

AKP’ê rê li ber parlementerên girtî girt

Hikûmeta AKP’ê pêşniyara partiyên muxalefet ên di çarçoveya guhertinek di CMK’ê ji bo serbestberdana parlementerên girtî yên partiyên muxalîf red kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk, daxuyaniyek der barê pêşniyara partiyên muxalîf BDP, CHP û MHP yên ji bo serbestberdanaa parlementerên di girtîgehê de da. Çelîk da zanîn ku wana vê pêşniyarê di civîna xwe ya Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP’ê de gotûbêj kir û diyar kir ku ew bi erênî nêzîkê vê pêşniyarê nabin.