AKP'ê keyayên li Wanê ji bo dek û dolaban li hev civand

Keyayên hin taxên navçeya Artemêt a Wanê, li sponsoriya şaredariya AKP’ê kom bûn û têkildarî hilbijartinên herêmî axivîn ku çawa hîleyan bikin.

Şaredarê Artemêtê yê AKP’ê Îsmaîl Say bi alîkariya Walîtiya Wanê, keya li Antalya Grand Park Lara Otelê li hev civand.

Tevî ku HDP’ê di hilbijartinên Adara 2019’an de bi ser ketibû jî, lê bi hinceta ‘namzetê KHK’î’ şaredariya Artemêtê dan AKP’ê. Şaredarî ji bo hilbijartinên herêmî yên nêz dibin, dest bi xebatên xwe kir.

Li gorî agahiyên keyayekî ku beşdarî civînê bû û nexwest navê wî were eşkerekirin; di civînê de li ser tedbîrên ku li hemberî HEDEP’ê werin girtin û ji bo ku sindoq li yek navendê werin komkirin, axaftin hatin kirin. Kombûna 10 gundan li ser yek sindoqê û bikaranîna dengan a ji aliyê 30 taxên Artemêtê ve li ser 3 sindoqan, hat rojevê. Rayedarên AKP’î yên beşdarî civînê bûn, îdîa kirin ku ev sîstem ji bo ewlehiya sindoqan girîng e, lê piraniya keyayan îtîrazê vê biryarê kirin. Di civînê de bi gotina ‘em dixwazin hûn car din bibin namzet, em jî dikarin pişgiriyê bikin’ ruşveta siyasî pêşkêşî muxtaran kirin.

Hat zanîn ku qeyûmê berê yê Artemêtê Atif Çîçeklî, rêveberên AKP’î û cerdevan beşdarî civînê bûne. Piştî civînê çanteyê muxtariyê diyarî muxtaran kirin. Di nava wan çanteyan de, ajanda, pênûs, sernivîs û katalog ku propagandaya şaredariyê û AKP’ê li ser cih digirt, hebûn û hatin belavkirin.

Mesrefa civînê jî nêzî 720 hezar TL bû û ev jî ji aliyê Şaredariya Artemêtê ve hate dayîn. Tê plankirin ku ev civînên navborî, di rojên pêşiya me de li sponsorxaneya qeyûm, bi hemû muxtarên navçeyê re were kirin.