Beriya aşkerakirina Rapora Pêşveçûnê ya Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê, di navbera Enqere û Brukselê de nîqaş çêbûn. Tirkiyeyê xwest ku beşê di raporê de cih girtine bila biguhere û YE’yê jî beşeke vê daxwazê şûnde vegerand. Di nava beşên ku hikûmetê îtîraz kiriye de esasên der barê polîsê îşkencekar Sedat Selîm Ay û gorrên komî hene.
Li gorî nûçeya di rojnameya Cumhuriyetê de cih girtiye, hikûmeta AKP’ê îtîrazê rapora Yekitiya Ewropayê ya ku derbarê Tirkiyeyê de amade kiribû kiriye û bi îdiaya ku hin beş ‘rastiyê’ îfade nake û ‘subjekîf in’ bila bên guhertin. Heta deqeya dawî ya aşkerakirina raporê di navbera Enqere-Brukselê de bazar hate kirin û li ser vê yekê YE’yê hin daxwaz redkirin û di hinekan de jî guherînên girîng pêk anîn.
Di serê beşên ku di raporê de YE’ê guherîn pêk anîne, nîşeyên der barê dozên Balyoz û Ergenekonê cih digirin. Di raporê de ji îfadeya ‘Ji ber sedema çarçoveya berfireha ya lêpirsînan û kêmasiyên pêvajoya dozan û bandora hikûmetê ya li ser darazê, gumanên bo van dozan zêde dike’ de îfadeya ‘Bandora hikûmetê ya li ser darazê’ hate derxistin. Her wiha balkişandin ser ‘Pêkhatina demokratîk ya dozan’. Rewşa dawî ya beşê wiha hate guhertin:
“Ev dozên ku wekî derfetek bihêzkirina ewlehiya ji bilindbûna hiqûqê û pêkanîna rast a sazaiyên demokratîk yên Tikriyeyê, berfirehrekirina pêvajoyên darizandinê û der barê kêmasiyên pêvajoyên mijara gotinê ne, ji ber fikarên ciddî di bin siyê de mane.”
CEREBANDINÊN SEDAT SELÎM AY!
Di raporê de der barê biryara ku îşkencekar Selîm Ay ku ji ber du dozên îşkenceyê niha ji tirkiyeyê bû mahkum û niha tayînê Cigirê Midûriyeta Polîsan a Stenbolê kirye jî wiha got: “Amîrê polîsan yê ku berê bi tecawîz û îşkenceyê hatibû sûcdarkirin, li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê peywireke girîng danê. Li ser vê hemû partiyan rexne kir. Hikûmetê jî ev bersiv da min;
“Komîsyona YE’ê xwe dispêre hin îfadeyên makumên terorê yên berê ku dabûn weşanên çapemeniyê û vê rexneyê dikin. Der barê kesê navborî de ne biryareke darazê û ne jî ya DEMM’ê heye. Ev tayînkirin bi giştî ji ber tecrubeya wî ya bi têkoşîna terorê re eleqeder e. Biryar ya merciyên newetewiya û karekî hundirîn yên Tirkiyeyê ye.”
YE’yê ev parasatina hikûmetê di cih de nedît û ev paragraf neguhet.
GORRÊN KOMÎ JÎ TIRKIYE NEREHET KIR
Hikûmetê îtîrazê rapora de barê gorên komî ku hestiyên mirovan jê derdiket jî kir. Di raporêde wiha hat gotin: “Gorên komî yên Başûrê rojhilatên Anatolyayê bi qasî tê xwestin nehatiye lêpirsînkirin.” Ji ber vê îfadeyê hikûmetê got; “Îfadeya di ‘Gorên Komî’ ya di raporê de nayê qebûlkirin. Ev îdia rastiya wê tune. Di dema kolandina înşaatekê de bi tesadufî hestiyên mirovên ku nasnameya wan ne diyare hatin dîtin û ev jî wekê gorên komî nayên binavkirin. “
Lê YE’yê ev parastina hikûmeta AKP’ê jî pişt guh kir û beş neguhert.