Bi fermana Serokwezîrê Tirk Recep Erdogan der barê pirsgirêka kurd de, ev hefteyek li herêmê xebat tên meşandin. Heyeta AKP’ê ku bi saziyên civaka sivîl re hevdîtin pêk anîn daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê heyeta AKP’ê parlamenter Abdurrahîm Akdag diyar kir ku der barê çareseriya pirsgirêka kurd de gelek amadekariyê hikûmetê hene û got ku dibe ku efûya giştî jî bê rojevê.
Bi fermana serokwezîrê tirk Erdogan heyek ku ji 5 parlamenterên AKP’ê pêk dihat li Bakûrê Kurdistanê ev hefteyek bi ÎHD, Memur-Sen, Mazlum-Der û Keskê re hevdîtin pêk anî. Parlamenterê Mêrdînê yên AKP’ê Abdurrahîm Akdag ku di nava heyetê de cih digirt daxuyaniyek da çapemeniyê û de barê xebtan de agahî da.
MERCA HER TIM TÊ DUBAREKIRIN: BILA PKK ÇEKAN DEYNE
Akdag xebatên hikûmetê yên tên meşandin vegot û î dia kir ku gotina Erdogan ya ‘PKK çekê deyne dê operasyon rawestin’ gelek girînge . Akdag îdia kir ku heta niha ji bo pirsgirêka kur xebatên wekê reformê kirine ji van yek TRT 6 û ya din jî li zanîngeha perwerdehya lÎsansa kurdî ye. Akdag wiha pê de çû: “Paradîgma guherî. Li her derê Tirkiyeyê îradeyeke bi hêz heye. Ji bo encam bê girtin divê PKK’ê çekê deyne. Hin lîderên kurd bang kirin. Di rewşa ku cek bên danîn dê reformên cidî bên kirin. Qanûna têkoşîna bi terorê re, Qanûna cezayê û guhertina makeqanûnê. Ev dê li meclisê bên nîqaşkirin. Bi îradeya hevpar û aqilê hevpar bi encam bibe. Ji xwe amadekariya hîkumetê heye.
‘DIBE KU EFÛYA GIŞTÎ HEBE’
Akdag di berdewamiya daxuyaniyê de wiha dibêje: “Pêşiya perwerdeya kurdî ya weke dersa hilbijarte dikare bê kirin. Welatîbûna qanûnî hewceye bigihêje ewlehiyê. Ger ku hawira aştiyê bê tesîskirin dê efûya giştî derkeve. Ji rêveberiya rêxistinê ya sereke 250-300 kes dikare biçe welatên sêyemîn. Yên din dikarin tevlî qada siyasetê bibin. Di vê navberê de peywir dikeve ser milê BDP’ê. Divê ji bo aştiyê misyona xwe bi kar bîne. Belê berê dewletê bi PKK’ê e şer dikir. Wesayeta leşkerî li ser vê ava bibû. Niha hewcedariya dewletê û ya hikûmetê bi şer nîne.”