Akademîsyen bi lêpirsîn û êrîşên faşîst re rû bi rû ne
Akademîsyenên aştî xwestin, bi fermana Erdogan û YOK'ê hedef hatin girtin. Rêveberiyên zanîngehan jî der heqê akademîsyenan de lêpirsîn dan destpêkirin û ceza li wan birîn.
Akademîsyenên aştî xwestin, bi fermana Erdogan û YOK'ê hedef hatin girtin. Rêveberiyên zanîngehan jî der heqê akademîsyenan de lêpirsîn dan destpêkirin û ceza li wan birîn.
Bi fermana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re, akademîsyenên mora xwe danîn binê danezana 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' bi lêpirsînên edlî tên binçavkirin. Rêveberiyên zanîngehan jî der heqê akademîsyenan de lêpirsîn dan destpêkirin û ceza li wan birîn.
Zanîngeha Arel a Stenbolê, der heqê 9 akademîsyenên mora xwe danîn binê danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" lêpirsîn da destpêkirin û têkiliya wan a bi dibistanê re birî.
Li Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê li 3 akademîsyenan lêpirsîn hat vekirin. Her sê akademîsyen îro hatin binçavkirin. Ulku Guney, Selîme Guzelsari û Bariş Kiliçbay, piştî ku ketin ber lêpirsîna edlî îro ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Rektoriya Zanîngeha Mersînê, der heqê 20 akademîsyenên mora xwe danîn binê banga ji bo aştî û muzakereyê, lêpirsîna edlî da destpêkirin.
Alk. Doç. Dr. Fûlya Dogrûel, Çagri Aslan, Pinar Şenogûz û Rana Gurbuz ên li Zanîngeha Gazîantepê wezîfedar, ketin ber lêpirsînê.
Hîndekara Beşa Civaknasiyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Duzce Doç. Dr. Latîfe Akyuz, ket ber lêpirsîna rêveberiya zanîngehê û piştre ji zanîngehê hat dûrxistin.
Rêveberiya Zanîngeha Tûncelî jî, der heqê 7 akademîsyenan de lêpirsîn da destpêkirin. Seroka Beşa Antropolojî ya Zanîngeha Bartinê Alk. Doç. Dr. Hulya Dogan a endama Egîtîm-Senê, ji aliyê rektor ve ji wezîfeyê hatibû girtin. Zanîngeha Kayserî Abdullah Gul jî îstifaya Prof. Dr. Bulent Tanjû xwestibû.
Zanîngeha Samsûn 19 Mayisê jî, der barê 6 akademîsyenên mora xwe danîn binê danezana aştiyê de, lêpirsîn da destpêkirin.
Midûrê Enstîtuya Zanistên Tenduristiyê ya Zanîngeha Cûmhûriyetê Prof. Dr. Alî Çelîkoz îstifa kir. Rektoriyê jî der heqê wî de lêpirsîn da destpêkirin.
Alk. Doç. Dr. Fûat Ozdînç jî ket ber lêpirsîna Rektoriya Zanîngeha Kirikkaleyê.
Rektorê Zanîngeha Mûgla Sitki Koçman Prof. Dr. Mansûr Harmandar diyar kir ku der heqê akademîsyenên mora xwe danîne binê danezanê, lêpirsîn dane destpêkirin.
Zanîngeha Hacettepeyê, ji YOK'ê re ragihand ku der heqê akademîsyenên aştî xwestine de, lêpirsîn dane destpêkirin.
Zanîngehên Akdenîz, Bahçeşehîr, Adnan Menderes, Çanakkale 18 Mart, Pamûkkale, Bulent Ecevît, Erciyes, Yuzuncu Yil, Yalova, Hîtît, Recep Tayyîp Erdogan, Ataturk, Mûş Alparslan û Kocaelî dan xuyakirin, ku ew ê pêvajoya qanûnî bidin destpêkirin.
FAŞÎST DI DEWRÊ DE NE
Di vê navberê de piştî fermana Erdogan, faşîstan jî xwe dan der.
Ji Zanîngeha Kirikkaleyê Alk. Doç. Fûat Ozdînç hedef hat nîşandan. Li ser deriyê odeya Ozdînç afîşa bi nivîsa "Em Fûat Ozdînç ê destekê dide PKK'ê li zanîngeha xwe naxwazin" hat daliqandin.
Li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Gazî, faşîstan afîşa bi nivîsa "Em Betul Yarar a destekê dide PKK'ê li zanîngeha xwe naxwazin" li deriyê odeya akademîsyen Betul Yarar zeliqandin.
7 wezîfedarên Zanîngeha Elazig Firatê, giliyê akademîsyenên mora xwe danîn binê danezan "Însiyatîfa Akademîsyenan ji bo Aştiyê", li Serdozgeriya Komarê gilî kirin.