Ahmet Silik jiyana xwe ji dest da
Ahmet Silik ê ku tevî nexweşiya giran pê re hebû, nehat berdan û li girtîgehê hişê xwe winda kir, piştî ku hat berdan salek û nîv bi şûn de jiyana xwe ji dest da.
Ahmet Silik ê ku tevî nexweşiya giran pê re hebû, nehat berdan û li girtîgehê hişê xwe winda kir, piştî ku hat berdan salek û nîv bi şûn de jiyana xwe ji dest da.
Ahmet Silik (78) ê ku tevî ku nexweşiya giran pê re hebû û hat girtin û 4 salan girtî ma, jiyana xwe ji dest da. Silik ê ku tevî rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne“ nêzê 4 salan nehat berdan, 7’ê Gulana 2022’yan hat berdan.
Silik piştî berdana xwe, li malê her tim di nava cihan de jiya û îro piştî nîvro li mala xwe ya li navçeya Bayrakli jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Silik li Goristana Dogançay a Bayrakliyê hat veşartin.
ÇI QEWIMÎBÛ?
Ahmet Silik 4’ê Mijdara 2011’an bi hinceta ku “îxbar” heye, li navçeya Bayrakli hat destgîrkirin. Piştî 4 rojan ji aliyê dadgehê ve bi hinceta “Alîkariya rêxistinê kiriye” hat girtin. Silik piştî ku nêzê salekê girtî ma, 19’ê Cotmeha 2012’an hat berdan û ji doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat dîtin, 6 sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Darazê, 21’ê Sibata 2017’an cezayê Silik erê kir û Silik careke din hat girtin. Silik di Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê, Şakran û herî dawî di Girtîgeha R ya Menemenê de girtî ma.
Silik ê ku di 74 saliya xwe de hat girtin, berê jî nexweşiyên weke prostat, şekir, dil û tansiyona bilind pê re bûn. Ji ber xetimîna rehên diçin mêjî, 2 caran emeliyat bû. Piştî ku di girtîgehê de rewşa wî tenduristiyê xirab bû, felc bû. Silik ê ku pêwîstiyên wî nehatin pêşwazîkirin, di girtîgehê hişê xwe winda kir. Tevî rapora “Nikare bi tena serê xwe bijî’’ ya Saziya Tiba Edlî, nehat berdan.
Silik nêzê 4 salan girtî ma û 7’ê Gulana 2021’ê bi rapoya Saziya Çavdêrî ya Îdarî, bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Silik piştî ku hat berdan jî her ku çû rewşa wî xirabtir bû û ket nav dest û pêyan.