ADGB: Li dijî êrişên dewleta Elman em têkoşîna hevpar mezin bikin

ADGB'ê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Elman da û ji bo mezinkirina têkoşîna hevpar û xwedîderketina li KCDK-E'yê bang kir.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) têkildarî nêzîkatiya hikumeta Elman a li dijî KCDK-E'yê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "KCDK-E ku mezintirîn saziya Kurdistanî ya li Ewropayê ye, wê 11'ê Tîrmehê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê kongreya xwe ya 4'an li dar bixista, lê belê kongre ji aliyê polîsên Elman ve bi bêhiqûqî hate astengkirin. Ev bêhiqûqî nîşan dide ku dewleta Elman ferman ji Erdogan ê faşîst wergirtiye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Elman bi vê helwesta xwe careke din nîşan da ku li gel dewleta Tirk a faşîst û nûnerê wê Erdogan e.

ADGB'ê diyar kir ku dewleta Elman destûra bingehîn û qanûnên xwe binpê dike û bang li welatparêz, şoreşger û gelê demokratîk kir ku li gel KCDK-E'yê bin, li dijî êrişên nehiqûqî û ne demokratîk, têkoşîna hevpar li kolanan mezin bikin.