Ajansa AKP'ê AA (Anadolû Ajansi) kêliya êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê kişand. Kişandina dîmenê kêliya teqînê pirsên "Danê sibehê saet di 04:00 de çi karê AA li herêmê hebû? Gelo DAIŞ'ê ev dîmen daye AA? " anî rojevê.
Dîmenê êrîşa xwekujî ya çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst ên olperest, ku danê sibehê saet di 04:00 li hemberî Kobanê kir, ji aliyê Anadolû Ajansi (AA) ve hat weşandin.
Li ser vê yekê rojnamevanan pirsa "Çima AA?" pirsîn.
Ji edîtorên Rojnameya Gundemê Sedat Yilmaz da xuyakirin, ku li herêmê bi qasî sed xebatkarên çapemeniya Kurd kar dikin, lê tevî vê yekê jî ev dîmen ji aliyê kamerayên AA ve hatiye kişandin. Yilmaz di ser hesabê xwe yê Twitterê ev pirs pirsî:
"Di wê saetê de AA çima ew herêm şopand? Nûçegihanên AA çima saet di 04:00 ê sibehê de Kobanê şopandin? Gelo DAIŞ'ê ev dîmen daye AA? Eger AA kamerayeke sabît (neguherbar) bicih nekiribe, çawa karîbû wê kêliya teqînê, bêyî dîmen biheje nuqteya teqînê bikişîne kamerayê?"
Yilmaz li hemberî îdîayên ku dibêjin dîmen ji aliyê kamera ewlekariyê ve hatiye kişandin got, "Weke rojnamevanekî dibêjim. Ew dîmen teqez ne dîmenê kamera ewlekariyê ye. Dîmenê bi destê mirovan hatiye kişandin e."

