Şîfreya Qetlîama Gurgumê ya 44 salan: Sira dewletê

44 sal bi ser Qetlîama Gurgumê re derbas bû. Li gor daneyên fermî 111 kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes birîndar bûn, bi sedan mal û kargeh hatin talankirin. Berpirsên esil nehatin eşkerekirin û darizandin, rapor wek “sira dewletê“ hatin veşartin.

Rayedarê wê demê Suleyman Demîrel ji bo Gurgumê (Maraş) gotibû: “Hûn nikarin bi min bidin gotin ku rastgir û neteweperest mirovan dikujin“ di ser Qetlîama Gurgumê re 19’ê Kanûna sala 1978’an dest pê kir û 26’ê Kanûnê dawî lê hat, 44 sal derbas bûn. Li gor daneyên fermî 111 kesan jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes birîndar bûn. Qetlîama Gurgumê, qirkirineke sîstematîk e ku li ser Kurdên Elewî hatiye pêkanîn û wek lekeyeke reş cihê xwe di dîrokê de girt.

DU QETLÎAMÊN BERIYA QETLÎAMA GURGUMÊ

Beriya Qetlîama Gurgumê ku wek destpêka pêvajoya derbeya 12’ê Îlonê ya sala 1980 tê dîtin, gelek pevçûnên siyasî berdewam bûn û gelek kes hatin kuştin. Di navbera du derbeyan de 10 salan pevçûn û qetlîam berdewam bûn.

Bi taybetî beriya Qetlîama Gurgumê ya sala 1978’an du bûyerên din ên mîna wê qewimîn. Destpêkê 17’ê Nîsana 1978’an Elewî li Meletiyê hatin qetilkirin. Qetlîama Meletiyê piştî şandina paketê bi bombe ji Şaredarê Meletiyê Hamît Fendoglû re û kuştina wî bi bombeyê, dest pê kir.

Komeke bi 1000 kesan ku li ber mala Fendoglû û piştre li ber nexweşxaneyê civiya, êrîşê mal û kargehên Elewiyan kir ku jixwe berê hatibûn îşaretkirin. Di heman bûyeran de êrîşê avahiyên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên mîna CHP, TOB-DER, TUM-DER û Komeleya Titûnfiroşan, çapxane û rêveberiyên rojnameyên Gayret, Goruş, Ekspress, Baydagi û Guneşê hat kirin, bayiyên tekel û rojnameyan dan ber agir. Her wiha hat îdiakirin ku ji ber jehr xistine depoya avê ya bajêr û bûyer qewimîne, ji ber bijehrîbûnê 200 kesan serî li nexweşxaneyan daye. Bûyeran heta 20’ê Nîsanê dewam kiriye û 3 jê zarok 8 kes hatine qetilkirin, 20 jê bi giranî 100 kes birîndar bûne û nêzîkê 1000 kargeh hatine rûxandin.

Bûyera duyemîn Qetlîama Taxa Alîbaba ye ku 3’yê Îlona 1978’an hatiye kirin. Di van bûyerên ku li cihê bazarê qewimîn de 10 kes hatin qetilkirin, 93 kes hatin birîndarkirin. Bûyeran heta bi 7’ê Îlonê dewam kir. Ji îdiayan yek jê jî ew e ku banga “Elewî êrîşê mizgeftan dikin“ hatiye kirin. Bûyer di zabitnameyên edlî de ne wek şerê zarokan lê wek “pevçûna mezhebî“ cih girt.

LI GURGUMÊ ÇI QEWIMÎ?

Bûyerên ku li Gurgumê qewimîn û zêdeyî 100 kes ji ber jiyana jiyana xwe ji dest dan, roja 19’ê Kanûnê avêtina bombeya deng li salona Sînemaya Çîçekê gava temaşekirina li fîlmê “Wê Roj Kengî Hil Bê“ dest pê kir.

Nijadperestên ji bo temaşekirina li fîlm li salonê bûn, derketin kuçe û kolanan. Koma destpêkê dirûşma “Xwîna me birije jî serkeftin ya Îslamê ye“ berz kir û êrîş bir ser avahiya bajêr a Partiya Komarê ya Gel (CHP). Piştî gotegotên “Elewiyên komunîst ên Xwedênenas jehr xist ava bajêr“, “Komunîstan sînema bombe kir“ li bajêr belav bûn, qehwexaneyeke Elewî lê rûniştî bûn hat bombekirin.

Piştre endamê TOB-DER’ê mamoste Haci Çolak û Mûstafa Yuzbaşioglû 21’ê Kanûnê hatin qetilkirin. 22’yê Kanûnê 10 hezar kes tev li merasîma cenazeyên her du mamosteyan bûn lê nijadperestan êrîş kir. Alîgirên MHP’ê û Komeleya Ciwanên Neteweperest piştî êrîşê korteja cenaze kir, ber bi sûka Gurgumê ve meşiyan. Kargehên Elewiyan dan ber agir. Di van bûyeran de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

23’ê Kanûnê îcar meqamên fermî banga qetlîamê kir. Ji hoparlorên şaredariyê û Mizgefta Mezin banga “Elewiyên kafir, li Yorukselîmê gelek birayên me yên olê şehîd dikin. Misilmanên ji Xwedê hez dikin bila amade bin!“ hat kirin. Piştî vê bangê li Yorukselîm, Magarali, Serîntepe, Yûsûflar, Dûmlûpinar, Yenîmahalle, Sakarya, Îsadîvanli, Dûrakli, Namik Kemal ku Elewî lê dijîn êrîşê malan hat kirin. Malên Elewiyan bi boyaxa sor hatin îşaretkirin. Mal bi çekan dan ber guleyan, bombe kirin û şewitandin. Gelek zarok, sebî, jin û mêrên Elewî hatin qetilkirin. Êrîşkaran ji xeynê çekan bi kevir, dar, birek û biviran jî qetlîam kir.

24’ê Kanûnê derketina derve hat qedexekirin lê êrîşkar nesekînin. 25’ê Kanûnê dawî li bûyeran hat.

ENCAMA BÛYERÊ Û DOZ

Li gor qeydên fermî di bûyerên 19’ê Kanûnê dest pê bûn û 25’ê Kanûnê bi dawî bûn de, 111 kesan jiyana xwe ji dest daye lê yên dîtine, gotin ku gelek kes hatine qetilkirin. Zêdeyî 1000 kesan birîndar bûn, 552 mal û 289 kargeh hatin xerakirin û şewitandin.

Têkildarê bûyerê dadgeha rêveberiya awarte doz li 804 kesan kir, doz heta bi sala 1991’ê dewam kir. 29 bersûc bi cezayê bidarvekirinê, 7 bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, 321 kes bi salek, du salan hatin cezakirin û cezayên wan hat kêmkirin. Biryara dadgeha rêveberiya awarte ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin û ji nû ve darizandin hat kirin û cezayên bidarvekirinê yên bi darizandina ji nû ve hatin dayîn jî bi cih nehatin anîn.

Ji ber Qanûnê Têkoşîna Li Dijî Terorê ku sala 1991’ê derket, cezayê yên ji doza Qetlîama Gurgumê ceza girtin jî hatin taloqkirin û piştre serbest hatin berdan.

Bersûcê Qetlîamê Okkes Kenger hat darizandin û hat berdan. Piştî hat berdan paşnavê xwe bi Şendîller guhert. Sala 1991’ê ji Partiya Refahê bû Parlamenter. Piştre derbasê Partiya Yekîya Mezin (BBP) bû. Şendîller ku heta sala 2008’an jî de alîkarê Serokê Giştî yê BBP’ê bû, piştre ji vir jî îstifa kir.

SIRA DEWLETÊ Û RAPORA MÎTÊ

Wezîrê Karên Hundirîn Îrfan Ozaydınli, ji bo lêkolînê li ser qetlîamê bike komeke taybet ava kir lê bi boneya ku ‘sira dewletê’ ye eşkere nekir. Di rapora 3’yê Çileyê sala 1979’an a di arşîva Bulent Ecevît de ku Serokwezîr Bulent Ecevît de, hûrguliyên li ser têkiliyên MHP-MÎT’ê hebûn.

Navên di belgeyê de ku ji aliyê rojnamevan Ridvan Akar û Can Dundar ve hat weşandin, bi civakê re nehatin parkirin.

Notên Ecevit ên li ser mijarê ev  in: “CHP piştî ku bû desthilat, ji ber agahî li ser bûyerên mezin ku qewimîn nehat dayîn bi sedan welatiyên me jiyana xwe ji dest da; zerara madî û manewî çêbû. Jixwe agahî nehatin dayîn, bi ser de ji bo bûyer biqewimin, wan bi awayekî bi bandor rolê xwe lîstiye. Bûyera Mereşê, bi planên hevpar bi MÎT’ê re derketine holê. Turkeş, aliyê başûr bi dest xistiye û bûyerên li Mereşê bi hêsanî bi hev xistine. MÎT ne di nav bûyerê de bûya wê wergirtina îstixbaratê ji bi mehan dewam bikira û bûyer neqewimîna.“

Hêj ku Gurgumê bûyer berdewam bûn, di rapora ku MÎT’ê ji bo hîn yekeyên dewletê amade kiriye de hat diyarkirin ku pevçûn pevçûna Tirk û Kurdan e û wiha hat gotin: “Ji meseleya rastgir-çepgir ya jî Elewî-Sunî bêhtir dişibe meseleya Kurd û Tirkan.“ Di raporê hat destnîşankirin ku Elewî bi piranî Kurd in, li gor aliyên neteweperest dilê Kurdên Elewî li avakirina dewleta Kurdan e. Heman raporê de her wiha ev tişt hat diyarkirin: “Bi civîneke li avahiya Rêxistina MHP’ê ya Mereşê 2-3 hefte berê biryar hat dayîn ku neteweperest jî tev lê bibin.“

Di rapora MÎT’ê ku piştî bûyer qediyan û 29’ê Kanûnê de nivîsî de wiha hat gotin: “Welatiyên Sunî yên rastgir, rastgirên ji bo têkoşîna li dijî komunîzmê cih li ba dewletê girtin hatine girtin û heke li girtinê bê dewamkirin wê tiştên ne xweş biqewimin û xistina li kesên bisûc û bêsûc di girtîgehê de rast nabîne.“ 

OKKEŞ KENGER BOMBE AVÊTIYE SÎNEMAYÊ

“(Got ku wî hevdîtin bi serokê yekemîn kiriye û ji bo sorkirina gel teqemeniyeke kêmbandor hatiye avêtin da ku gel rabe ser pêyan.) Hingê serokê yekemîn çûye navenda giştî ya Enqereyê. Serokê duyemîn ji bo avêtina bombeyê ferman da min. Ew roj got ku saet di 3’yan de ji Mizgefta Şekerliyê were bibe. Min jî girt.“

Îfadeya bi nivîsa destan a Kenger di dosyeya 12’ê Îlonê ya MÎT’ê de derket holê. Kenger behs kir ku serokê duduyan ê Komeleya Ciwanên Neteweperest (UGD) Mûstafa Kanlidere jê re gotiye ku wê gava nîşana fîlmê “Wê Kengî Roj Hil Bê“ bombe bê avêtin û wiha got: “Hasan Fehîm Guneş ê li şûna  Wezîrê Karên Hundirîn ê heman serdemê Îrfan Ozaydınli yê CHP’yî hat erkdarkirin.“ Bi van gotinan anî ziman ku tiliya MÎT’ê di bûyeran de ye: “Bi ya min rêxistina îstixbaratê bixwe tevkarî li kuştina kesan li wê derê kiriye.“ Paşê kirin ku Guneş îstifa bike.

BIRYARA NEPENÎTIYÊ YA BI 44 SALAN

Dosyeya doza Qetlîama Gurgumê heta bi sala 2022’yan ango 44 salan biryara veşartinê li ser bû. Biryara veşartinê 24’ê Sibata 2022’yan ji aliyê Dadgeha Îdarî ya 12’emîn a Enqereyê ve hat hilanîn. Dosyeyên dozê jî ji ber ku cara pêşîn li dadgeha Awarte ya Edeneyê hatin kirin, di nav arşîva Fermandariya Hêzên Bejahî de man. Parêzer Seyît Sonmez ê Sadik Bûlût li ser navê Rojnameya Dûvar pê re axivî, got ku tevî ku biryara veşartinê Sibata 2022’yan hatiye rakirin, Fermandariya Hêzên Bejahî daxwazên wan bi cih naîne. Anku dosyeyên dozê hêj jî di arşîva fermandariyê de ne.