'Şerê Ukrayna Rûsya rageşiya 30 salan e'
Hişyar Ozsoy diyar kir şerê Ukraynayê dewama rageşiya 30 salan a di navbeyna Rûsya û NATO'yê de ye û got, heke şer bidome Tirkiyê bêyî dilê xwe jî be wê bikeve nav gerîneka şer.
Hişyar Ozsoy diyar kir şerê Ukraynayê dewama rageşiya 30 salan a di navbeyna Rûsya û NATO'yê de ye û got, heke şer bidome Tirkiyê bêyî dilê xwe jî be wê bikeve nav gerîneka şer.
Wekîlê HDP'ê yê Amedê û Endamê Komîsyona Karê Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy derheqê dagirkeriya Rûsya ya li ser Ukraynayê got, ''Ev şer bi rengekî basît ne şerekî di navbeyna Ukrayna û Rûsyayê de ye, berevajî, tenê yek ji terisîna rageşiya di navbeyna Rûsya û NATO'yê de ye li Ewropaya Rojhilat, ku ev 30 sal in didome. Li bin vê jî ji salên 90'î ve bicihnenanîna sozên NATO'yê heye ku dabûne Rûsyayê û her wiha ew daxwaza berbelavbûnê ya NATO'yê.''
Ozsoy bi berdewamî got, ''Ji ber vê jî ev 30 sal in bi çarçoweya berfirehbûna NATO'yê ya li Rojhilatê Ewropayê, li ber vê rabûna Rûsyayê, rageşiyek heye. Navenda vê rageşiyê Ukrayna ye.''
Ozsoy têkilî nêzîkatiya HDP'ê ya li şerê di navbeyna Ukrayna-Rûsyayê de got, ''Em HDP li têkilî hemû qadên şer, ev dibe ku Sûrî be, dibe ku Libya, Deryaya Spî ya Rojhilat, Kafkasya be, em dixwazin welatên li van deran ên global, emperyal vekişin û gelên li wan deran bi xweşî bijîn. Tişta ku em jê re Rêya Sêyan dibêjin, ev e. Ji berjewendiya Rûsya, NATO, an jî welatên bêhtir, mirov li ser berjewendiya gelên li wan deran bike çêtir e.''
Têkilî hîsa tenêmanê ya Ukraynayê, ku lîderên Ukraynî gazinan dikin û dibêjin ew tenê hatine hiştin, Ozsoy got, ''Lîderên Ukraynî dibêjin ew tenê hatine hiştin lê jixwe li ber çavan bû ku wê tenê bimana. Ne NATO ne jî welatên YE'yê û ne jî Emerîka, dema ku şer dest pê kir, wê Rûsyaya xwedî serikên nukleer nedane pêşberî xwe. Zelensky dibêje çima ew tenê hatine hiştin lê beriya bi 8 salan jî ew tenê hatine hiştin. Qirim çawa tevî nav xwe kirin? Li ser Rûsyayê hinekî jidandin lê dawiyê yê ku bi ser ketî Pûtîn bû.''
Derheqê rewşa Tirkiyê ya di vî şerî de jî Endamê Komîsyona Karê Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy wiha got: ''Rageşiya bi kontrol a li Ewropaya Rojhilat û Ukraynayê zemîn ji bo polîkaya Tirkiyê çêdikir. Lê dema ku ev rageşî biqulibe ser şer wê demê Tirkiye wê mecbûr bimîne ku rengê xwe diyar bike. Heke ev şer zêde bidome Tirkiye wê nikaribe herdu aliyan îdare bike, ji ber ku Tirkiye endama NATO'yê ye. Ji ber vê jî ev şer ne di berjewendiya Tirkiyê de ye. Heke şer bidome Rojava, ji bo ku li cem Ukraynayê bisekine wê zextê li ser Tirkiyê bike. Her wiha Deryaya Reş wê çawa were bikaranîn, Montro, mijaren wiha wê werin nîqaşkirin. Bêyî dilê wê, Tirkiye wê bikeve nav gerîneka şer.''