Şêniyên Stuttgartê: Li Efrînê mirovahî tê kuştin
Bi banga Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Stuttgartê, ji bo 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê meş û mîtîngek pêk hat.
Bi banga Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Stuttgartê, ji bo 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê meş û mîtîngek pêk hat.
Girseya gel piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Efrînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî YPG/YPJ", "Bijî berxwedana Efrînê" dest bi meşê kir.
Nêzî hezar û pênc sed kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên bi zimanê Elmanî yên bi nivîsa "Li Efrînê mirovahî tê kuştin", "Li dijî dagirkirina Efrînê piştevaniyê geş bikin", "Şehîdên Efrînê namirin" hatin hildan.
Xwepêşandêran dewleta Elman jî şermezar kirin û dirûşmên "Panzerên Elman ji Efrînê bicehimin", "Merkel fînanse dike, Erdoğan lê dide" qîriyan.
Piştî meşê li Schlossplatzê mîtîng hate lidarxistin. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî piştevaniya navneteweyî" qediya.