Şehîdê Efrînê Kanîwar Fetah li Swîsreyê hate bibîranîn

Rêbaz Çiçek Gabar (Kanîwar Fetah) ê ku li Efrînê bi Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû li Lozanê hate bibîranîn.

Şervanê QSD’ê Rêbaz Çiçek Gabar (Kanîwar Fetah) ê ku di Berxwedana Efrînê de li Şêrawaya Efrînê şehîd bûbû li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hate bibîranîn.

Li lokala NCDK-S’yê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan çalakiya bibîranînê hate lidarxistin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdan hate destpêkirin.

Li ser navê NCDK û PYD’ê axaftin hate kirin. Kesên ku beşdarî çalakiya bibîranînê bûn ji vê derê jî ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî çûn Cenevreyê.