Şehîd Bêrîtan li Ermenîstanê hate bîranîn

Li Ermenîstanê Yekîtiya Jinên Azad gerîlaya PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi civînekê bi bîr anî.

Li herêma Oktemberyan a Ermenîstanê bi wesîleya 31’emîn salvegera çalakiya gerîlaya PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Azad civînek bîranînê hate lidarxistin.

Di civîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir de, Endamên Yekîtiya Jinên Azad Şîlan Ararat û Asê Biroyan li ser wate û çalakiya gerîlaya PKK’ê Bêrîtan nirxandin kirin.

Endama Yekîtiya Jinên Azad Şîlan Ararat, anî ziman ku çalakiya gerîlaya PKK’ê Bêrîtan ji bo jinan xwedî wateyeke mezin e û got, “Piştî çalakiya hevrê Bêrîtan, Rêber Apo artêşa jinê ava kir. Îro bi hezaran jin bi ruhê Bêrîtan li her qada jiyanê têkoşîna azadiyê didin. Gelê Kurd bi saya berxwedana jinan, karîne hebûna xwe biparêzin. Bêrîtan bi çalakiya xwe li hemberî xeta îxanetê ya PDK’ê, dîroka berxwedanê nivîsî. Li dijî teslîmiyetê xwe ji zinaran avêt û xeta îxanetê ya PDK’ê qebûl nekir. Em di şexsê hevrê Bêrîtan de hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin. Xwedî li şehîdan derketin, bi berfirehkirina rêxistinbûnê û xurtkirina têkoşînê re pêkan e. Em ê xeyalên şehîdan pêk bînin û ala serkeftê ya ku dewrî me kirine em ê bi azadkirina Rêber Apo re tacîdar bikin.”

Asê Biroyan jî ev tişt gotin, “Weke civak û jin me bi felsefeya Rêber Apo û şehîdan xwe nas kir. Ji ber vê yekê erka me ya serekeye ku em xwedî li Rêbertî û şehîdan derkevin. Li hemû cîhanê ti kes bi qasî Rêbertî girîngî nedaye jin û şehîdan. Eger îro em li vir tên gel hev ew jî bi saya şehîd Bêrîtan û bi hezaran şehîdan e. Ji bo wê em dibêjin ‘şehîdên me hebûna me ne.’ Em ê ti carî ked û xebata wan ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin. Em carek din hemû cangoriyên azadiyê bibîr tînin, berxwedana gerîlayan û têkoşîna jinan silav dikin û îxaneta PDK’ê mala Berzaniyan jî şermezar dikin.”

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.