Şaredarê Ataşehîrê û 17 kes hatin binçavkirin

Şaredarê Ataşehîr a Stenbol Onursal Adiguzel û 17 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku biryara binçavkirina 2 kesên din hatiye dayîn.

Di operasyona li ser Şaredariya Ataşehîr a Stenbolê de Şaredarê Ataşehîrê Onursal Adiguzel û 17 kesên din bi îdîaya "bertîl, avakirina rêxistinê ji bo sûc û sextekariya îhaleyê" hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Anatoliyê ya Stenbolê de Şaredarê Ataşehîrê Onursal Adiguzel, cîgirên şaredar û hin xebatkarên şaredariyê jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku ji bo 2 kesên din jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.