Şandeya Yekîtiya Ewropa-Tirkiyeyê serdana HDP'ê kir

Şandeya Yekîtiya Ewropa-Tirkiyeyê li Enqereyê serdana Navenda Giştî ya HDP'ê kir.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê ve hate dayin, Serokê Şandeya Yekîtiya Ewropa-Tirkiyeyê Sefîrê Bilind Nîkolaûs Mayer-Landrût, Şêwirmend Stefano Fantaronî û Şêwirmenda Karên Siyasî Sema Kiliçer serdana Navenda Giştî ya HDP'ê kirin.

Şande ji aliyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy ve hate qebûlkirin.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de paşeroja têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, pirsgirêka demokrasiyê, zextên li ser HDP'ê û gelek mijarên din hatin nirxandin.

Her wiha hate gotin, di serî de doza girtinê û doza Kobanê bêhiqûqiyên têne kirin bi heyetê re hatine parvekirin.