Şandeya ku çûyî Îmraliyê!
Heke li Îmraliyê bi rojeva Efrînê hevdîtinek çêbûbe ev tam weke hevdîtina 25’ê Hezîrana 2015’an bûye. Ango weke wê dema ku li ser masê rûniştin 250 sivîl hatibûne kuştin.
Heke li Îmraliyê bi rojeva Efrînê hevdîtinek çêbûbe ev tam weke hevdîtina 25’ê Hezîrana 2015’an bûye. Ango weke wê dema ku li ser masê rûniştin 250 sivîl hatibûne kuştin.
Dîrok 20’ê Tîrmeha 2013’an.
Helîkoptêrek dadikeve Girava Îmraliyê.
Dema ku helîkoptêrek dakeve Imraliyê wateyeke vê ya siyasî heye: tê maneya ku şandeya dewletê hatiye.
Jixwe wê rojê şandeya dewletê çû Imraliyê!
Serektiya şandeya çûyî alîkarê serokwezîr ê wê demê Beşîr Atalay e. Li gel wî Misteşarê Ewlehiya Cameweriyê Muhammed Dervîşoglu û alîkarên misteşar ên MÎT’ê hene.
Hevdîtina bi Ocalan re li dora wê maseyê çêdibe, ku piştre Erdogan jê re got, ‘’mase tine’ û bi navê wê yê moda yê wê demê ‘Pêvajoya Çareseriyê’ tê gotûbêjkirin. Mijara sereke ya pêvajoya çareseriyê jî ‘’Rojava û Sûriye ye..’
Ocalan di vê hevdîtinê de, li ser dahatuya Sûriyê û Rojava gelek pêşniyaran li ber şandeya Tirk datîne. Beşîr Atalay dibêje ew ê vê projeye li Desteya Ewlehiya Millî (MGK) gotûbêj bikin. Atalay li Ocalan dizîvire û dibêje, ‘’Em ê gelek verastkirinan bikin ku hûn qet ne li bendê ne.’’
Vê navbeynê şandeya dewletê nameya KCK’ê ya ku ji Qendîlê hatî dide Ocalan. Di hevdîtinê de, ya ku çend saetan didome, hemû qonaxaên ‘Pêvajoya Çareseriyê’ têne axaftin, lê mijara navendî dibe Sûriye..Atalay û yên pê re ji Imraliyê vediqetin.
Piştî bi rojekê…
21’ê Tîrmeha 2013’an!
Vê carê şandeya DBP-HPD’ê diçe Girava Imraliyê. Di nav şandeyê de Selahattîn Demîrtaş û Pervîn Buldan hene. Ew ne bi helîkoptêrê lê bi ferîbotan diçine giravê.
Demîrtaş li ser geşedanên Rojava agahiyê dide Ocalan. Li ser hevdîtina bi Ahmet Davutoglu re, ya derbarê êrîşên El Nusra û OSO agahiyê dide Ocalan.
Ocalan li ser hevdîtina bi Beşîr Atalay û şandeya dewletê re nirxandinan dike û dibêje, wê pêşniyarên wî li MGK’ê werin gotûbêjkirin û li benda bersiva Enqerê ye.
Û wiha dibêje: ‘’Çareseriya li Sûriyê çareseriya li Tirkiyê ye, çareseriya li Tirkiyê çareseriya li Sûriyê ye. Hêvî dikim ku ev pêk were. Li Efrînê û Ezazê mirov dikare bi Tirkmen û Sûryaniyan re biaxive.’’ (Behsa aliye Kurdan dike)
Ocalan dibêje nameya ku ji KCK’ê hatiye, ketiye destê wî û wê bibersivîne.
Piştî vê hevdîtinê bi du rojan!
23’yê Tîrmeha 2013’an.
Wesayiteke kuji Bûrsayê diçû Enqerê, li navçeya Înegolê, li herêma Mezîtan, li nêzî gundê Karacakaya ya berê, wesayiteke ku barê wê şekir bû li TIR’ekê diqelibe.
Pêşiya wesayitê ya ku TIR di ser re çûyî dibe xurde.
Kesên ku di ber qezayê re derbas dibûn hewl dan ku ajokarê di nav wesayitê de mayî derxînin. Di ajans û rojnameyên wê demê de hate gotin di destê ajokar de çenteyek hebû, ku ajakor ew hişk bi destê xwe jidandibû û nedixwest ku berde.
Di nav wesayitê de Ahmed Duzman jî hebû ku ji 1999’an ve li Girava Imraliyê Midûrtî kiribû. Duzman dema ku TIR’ê li wesayitê dayî û heta ku ew rakirin Serwîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Înegolê jî çenteyê dest xwe berneda. Ji ber ku tê de ‘’ewraqên veşartî û girîng’’ hebûn. Duzman ev ewraq ji Imraliyê dibire Eqnerê. Ocalan hemû mesajên xwe di ser midûrê girtîgehê re dişand.
Em dizanin ku Duzman heta Kanûna 2015’an jî li Imraliyê peywira xwe didomand. (Jêder: M.Saît Yildirim – Pirtûka bi navê ‘’Li Imraliyê 9 roj’’)
Ocalan piştî nameya KCK’ê û hevdîtinên bi Demîrtaş û Buldan re, di hevdîtinên dî de, got, ji bo çareseriya bi navenda Rojava-Sûriyê ji aliyan re name nivisiye. Hem jî ne tenê carekê. Lê ew name ti caran negiha ber destê aliye Kurd. Dibe ku hinan nedixwest ku bigihije Enqerê! Heke gihaştibe jî bersiva wê nehate dayin.
Tîrmehê civîna MGK’ê nehate kirin. Piştî civîna MGK’ê ya Tebaxê êrîşên OSO û El Nûsra yên li ser Rojava zêde bûn.
Pêvajoya ku jê re ‘pêvajoya çareseriyê’ dihate gotin wê demê bi dawî bûbû. Jixwe, li ser gefên Erdogan Ocalan peyama, ‘’Rojava xeta me ya sor e’ dabû.
Piştre çi bû?
Hevdîtin hema hema bi heman naverokê berdewam kir. Bi êrîşa ser Kobanê re qulibî ser rengekî dî. 30’ê Cotmeha 2014’an, di civîna MGK’ê de, ‘Plana Çokşikandinê’ hate qebûlkirin. Konsepta teslîmgirtina tevgera Kurd hate lezandin.
Hevdîtina dawî ya bi navbeyna Ocalan û Şandeya HDP’ê de 5’ê Nîsana 2015’an pêk hat.
Piştre hilbijartina 7’ê Hezîranê çêbû, piştî hilbijartinê bi 18 rojan, 25’ê Hezîranê Şandeya Dewletê dîsa çû Girava Imraliyê.
Di vê hevdîtinê de alîkarekî misteşar li Ocalan dizîvire, gefê li Ocalan dixwe û dibêje, ‘’Tu Rojava li ber çavê xwe pir mezin dikî. Heke em bixwazin di rojekê de em ê 250 balafirî rakin û her deverê li erdê rast bikin.’’
Heman saetan, endamên DAÎŞ’ê yên ku ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi konvoyê derbasî Kobanê dibin, ji 250’î zêdetir sivîlî dikujin.
Dewlet du alî dilîst; bi îmaja çareseriyê milikên xwe kiribûn û mesaj bi rengekî vekirî hatibû dayin..
Careke dî bi Ocalan re hevdîtin nebû.
***
Çima me hewceyî bi vê bîrxistinê dît?
Ji geşedanên rojane em bi rê ketin û ji ber çend sedeman:
Ya pêşî, divê ev baş were fêhmkirin: Şer û pevçûna herî mezin her demê li Imraliyê ye. Her carê ziyana ku tê xwestin were kirin, asta hilweşandinê, giravê berçav dikin û dikin. Hemû êrîşên li ser Kurdan endeksî wê dere ye.
Ya dî, beriya bi çend rojan Murat Karayilan, got, di dema şerê Efrînê de, şandeyeke dewletê dîsa çûye Imraliyê û li Efrînê xwestin ku ‘gav bi paş ve were avêtin’, piştî ku Ocalan ev ferzkirin qebûl nekiriye, pergala tecrîdê û êşkenceyê zêdetir giran kirine.
Karayilan agahiyên berfireh nedan. Got, ew ê piştre daxuyaniyeke berfireh bidin. Hevdîtin kengî çêbûye, ew jî negot. Lê dibe ku, wê dema ku posterên Ocalan li Efrînê bi rojan bi balafiran hate bombekirin û nûçeyên vê hatin belavkirin ev hevdîtin bûbe.
Hin derdoran, ev rewş bi rengê, ‘li paş planê muzakere’ yan jî bazarê şîrove kir.
Na! Dema ku mirov li belgeyan, yên ku derketine holê dinere, mirov dikare bibêje; li Girava Imraliyê ti caran muzakereyên bi navenda çareseriyê nebûne. Heke li Imraliyê hevdîtineke bi rojeva Efrînê bûbe ev ê bi renge 25’ê Hezîrana 2015’an bûbe. Ango, bi rengê, dema ku li ser maseyê rûniştin weke kuştina 250 sivîlî.
Ji bo vê jî, heke li Imraliyê hevdîtineke wiha bûbe, ev ne îşareta rewşeke erênî, lê îşareta rewşeke neyênî ye. Ji ber ku, bi salan wiha bû.
Ya sêyan, gotinên Ocalan ên li ser Rojava û Sûriyê yek bi yek derketin.
(Ji bo çespandina vê mirov dikare ji ‘Nîşeyên Hevdîtinê’ sûd werbigire)
Îro, êrîşên li ser Efrînê û herêmên dî yên Rojava, bi vê bûyerê re ketibû qonaxeke nû. Ji ber ku dewlet dizane ku projeya li Rojava û Sûriyê berhema Ocalan e. Ne tenê êrîşê dibe ser berhemê, zêdetir êrîşê bi ser xwediyê berhemê de dibe.
Gotina dawî; faşizm ji xeta xwe nayê xwarê, tiştekî li derveyî wê nake. Dema ku nas bike, tine dibe. Ji faşîzmê, bendariya hevdîtineke bi navenda çareseriyê jî wê bibe xafilbûneke xirab. Hişkere ye ku mirov bi ‘xwendin/nerîna bi navenda pêvajoyê’ li pêvajoya siyasî-leşkerî ya dijwar a niha binere wê sûdewartir be.