Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re rûnişt
HDP ji bo krîza Ukrayna hewldana xwe ya ji bo aştiyê didomîne. Şandeya Partiyê bi Nûnerê Payebilind ê Karûbarê Derve yê Ewropayê û Polîtîkaya Ewlehiyê Josep Borrell hev dît.
HDP ji bo krîza Ukrayna hewldana xwe ya ji bo aştiyê didomîne. Şandeya Partiyê bi Nûnerê Payebilind ê Karûbarê Derve yê Ewropayê û Polîtîkaya Ewlehiyê Josep Borrell hev dît.
Şandeya HDP'ê ku ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevberdevkên Komîsyona Karûbarê Derve Feleknas Uca û Hişyar Ozalp û Nûnerê Ewropayê Devrîş Çîmen pêk hatî, bi Payebilind ê Karûbarê Derve yê Ewropayê û Polîtîkaya Ewlehiyê Josep Borrell re, li Brûkselê re rûnişt.
Li Brûkselê ku ji bo krîza Ukraynayê gelek hevdîtinên dîplomatîk lê dibin, şandeya HDP'ê xebatên xwe yên aştiyane didomînin. Sancar got ji bo ku krîza Ukraynayê çareser bibe HDP destekê didin hemû hewldanên bi aştî û dîplomatîk, bang li aliyan kir ku pirsên xwe bi diyalog û muzakereyan çareser bikin.
Her wiha wiha têkilî Tirkiyê- Têkiliyên Ewropayê, demokrasî û pirs Kurd, têkilî êrîşên li ser HDP'ê û doza girtinê, têkilî bicihneanîna biryarên DMME'yê, hilbijartina li Tirkiyê ku nêzîk bûye û xebatên tifaqê gotûbêj hate kirin.