Şakar: Ji bo şikandina tecrîdê divê têkoşîna me mezintir be
Hevserokê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê têkoşîneke bi îstîkrar û sîstematîk bê mezinkirin.
Hevserokê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê têkoşîneke bi îstîkrar û sîstematîk bê mezinkirin.
Hevserokê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar, anî ziman ku tecrîd her çend di aliyê hiqûqî û mafên mirovan de hebe jî, di esasê xwe de mijareke siyasî ye û got, “Kurdistan parçeyek vê pirsgirêkê ye. Pirsgirêkek ku tenê rêzdar Ocalan, malbat û parêzerên wî eleqedar nake, pirsgirêkek ku tevahiya gelê Kurdistanê eleqedar dike. Ya ku herî baş ev yek fêm kir dewlet bû û bi vî rengî nêzîk dibe. Helbet rojevek a Kurdistanê ya pir giran heye, lê di navenda van hemû rojevan de tecrîd heye. Mesafeya ku em ê di têkoşîna dijî tecrîdê de bigirin wê hê bêhtir hêzê bide gelê Kurd û wê vî şerî hinekî din paşve bixe. Ji bo vê jî divê têkoşîneke civakî ya pir bi israr, pir sîstematîk were kirin.”
‘EM BI TECRÎDEKE TOPYEKÛN Û ÎZOLASYONEKE PIR TUND RE RÛ BI RÛ NE’
Şakar destnîşan kir ku diyardeya tecrîdê pêvajoyeke ku bi avabûn û avakirina Îmraliyê dest pê kiriye û wiha got, “Ne diyardeyeke pir nû ye, lê li pey karaktereke ku heta roja îro gav bi gav xurt bûye û kûr bûye. Ji ber vê yekê, ji roja ku rêzdar Ocalan anîn Îmraliyê û ji roja ku Îmralî bi taybetî ji bo rêzdar Ocalan hat amadekirin û veguherî giraveke tecrîdê, divê pirsgirêk bê çareserkirin. Bi gotineke din, pêwîst e îro li ser wan 24 salan were nirxandin. Em bi rastîya tecrîdeke kronîk û kûrtir re rû bi rû ne. Ya rast, astengkirina hevdîtina bi rêzdar Ocalan re beriya niha destpê kir. Heke em di sala 2019’an de çend hevdîtinan nehejmêrin, di eslê xwe de 11 sal derbas bûn ku parêzer û malbat nikarin hevdîtinê pêk bînin. Tecrîd tenê bi hevdîtina malbat û parêzeran sînordor namîne. Her wiha mafê hevdîtina telefonê, pirtûk, rojname û name jî tên astengkirin. Em bi tecrîdeke topyekûn û îzolasyoneke pir tund re rû bi rû ne. Di lîteratûra hiqûqî de, di hiqûqa navneteweyî de jî qanûneke hiqûqî tune. Di vî warî de hemû peymanên navneteweyî, ji Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser girtiyan û bi rêkûpêkiyên bi navê Mandela dest pê dike, rastî li dijî tecrîdê tên. Girtîbûn nayê wateya bêparkirina ji hemû mafên xwe; berovajî vê yekê bi dehan/sed maddeyên peymanê hene û tê de tê gotin ku ji bilî girtina girtîgehê divê hemû şert û merc bên bikaranîn.”
‘MODELEKE ÎDARÎ YA GELEKÎ KÊFÎ HATIYE AFIRANDIN’
Şakar anî ziman ku desthilatdariya siyasî ya ku 24 sal in Tirkiyeyê bi rê ve dibin, tu sedem di warê hiqûqê de ji bo tecrîdê û astengkirinê nîşan nade û wiha axivî, “Gelek kêfî tevdigere. Salên borî hinceta astengkirina hevdîtinê bi hewaya xirab an jî keştî xirabe ve girêdida. Niha tiştek tune, lê cardin asteng dike. Kengî sedemek nîşan dan? Piştî ku qanûnên Rewşa Awarte yên piştî 15’ê Tîrmehê hatin rakirin, piştî ku rêziknameyên Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bû, ne tenê ji bo Îmraliyê, ji bo hemû girtîgehên Tirkiyeyê jî pêwîstî bi ravekirinê dîtin. Ji bo vê jî biryarnameyek derxistin û kirin qanûn. Di vî warî de ji bo Îmraliyê jî pêwîstî bi qanûneke taybet nîne. Ne hewceyî îzahateke hiqûqî ye, ne hewceyî rêziknameya hiqûqî ye, pergal bi vî rengî daye rûniştandin. Tişta ku ji sala 1999’an û vir ve diqewime, di rastiyê de ji ber wê yekê ye ku li Îmraliyê bi dîtina rewşa taybet, siyasî, heyî û geşedanên siyasî modeleke îdarî ya gelekî kêfî hatiye afirandin. Ji vê hêlê ve Imralî bi rastî jî herêmeke ku ji hiqûqê dûr e, qadeke wiha ye ku hiqûq bandorê lê nake. Sedema ku me berê bi Guantanamoyê ra da ber hev ev bû. Di nava bandora Emerîkayê de, lê li derveyî hiqûqa Emerîkayê. Niha îmrali jî wisa ye.”
Şakar da zanîn ku saziyên li Tirkiyeyê di rastiya xwe de tecrîda li ser rêzdar Ocalan û hevalên wî ne tenê mafê parastinê asteng dike û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Ew ji nêz ve bi her rewşa jiyanê ve girêdayî ye. Mafê gihandina tenduristiyê, mafê ragihandinê, hevdîtina bi malbatê û hwd. bi dehan mafên bingehîn li wir tên binpêkirin. Yek ji wan jî mafê parastinê bû. Gelek sazî û dezgehên Tirkiyê, bi taybetî baro, neçar in ku çavdêriya mafê parastinê bikin û binpêkirinên di vî warî de rast bikin. Ji ber vê yekê ji wan re rêxistina parêzeran tê gotin. Saziyên li Tirkiyeyê ger em hin saziyan weke îstisna bihesibînin, bi giştî çavên xwe ji pêvajoya Îmraliyê re girtin. Wan tiştên ku li wir diqewimin wekî qada desthilatdariya dewletê dîtin. Di vî warî de em rastî nerazîbûneke radîkal nehatin. Li hemberî hemû serlêdanên parêzeran, parêzerên rêzdar Ocalan endamên hin baroyan in; dema ku ji bo mafê parastinê û avakirina hawirdora muzakereyê serî li baroyên xwe dan, heta îro tu piştgirî û destekeke cidî negirtine. Ji ber vê yekê baro jî parçeyek ji vê yekê ne. Ji ber fikra xwe ya îdeolojîk, di çarçoveya nêzîkatiya xwe ya li pirsgirêka Kurd de li hemberî vê pirsgirêkê bêdeng ma. Bi awayekî rastî ev tê wateya erêkirina sîstema Îmraliyê.
Rewşa saziyên navneteweyî hinekî cuda ye. Ji destpêkê ve Îmralî bi konsensuseke saziyên navneteweyî ava bû. Divê ez vê îfade bikim. Rêzdar Ocalan bi komployekê anîn Îmraliyê. Anîna wî bi xwe jî pir pirsgirêk e. Girtin, ne destgîrkirin; revandin. Ew ji hêla hêzên navneteweyî ve bi piştgiriya hêzên mezin ên cîhanî ve hat girtin. Ew birina Îmraliyê bêhiqûqiyeke mezin e. Ji ber vê yekê bêhiqûqiya li Îmraliyê, bi dîlgirtina rêzdar Ocalan e re pêş ket. Lewma em jê re dibêjin komploya navneteweyî. Îmralî weke berdewamî, parçeyek û encama komploya navneteweyî hate avakirin. Dema ku em di vê çarçovê de li ber çavan bigrin, mimkun e ku em helwesta saziyên navneteweyî diyar bikin. Di wê demê de yên ku komploya navneteweyî erê kirin, yên ku tevî binpêkirina hiqûqa Ewropa û navneteweyî destek dan piratîkî ya dîlgirtina rêzdar Ocalan û yên ku ked dane vê yekê, rastî hem avakirina Îmraliyê û hem jî modelê hatin pejirandin. Yanî li hemberî pergala êşkenceya Îmraliyê ya ku ev 24 sal in berdewam dike û ev pirsgirêka Kurd wek prototîp, mîkromodel hatiye avakirin, tu îtîraz nîne. Rêya DMME vekirî ye û CPT ya girêdayî Konseya Ewropayê ya ku bi taybetî ji bo pêşî girtina li êşkenceyê hatiye avakirin, weke yekane saziya ku bi vê mijarê re mijûl dibe, nîşanî me dan. Digotin ger pirsgirêkek hebe jixwe saziyek me heye ku li ser bisekine. Bi van nêzîkatiyan re rastî xwestin ku vê mijarê ji rêza siyasî derxînin. Ger CPT an jî mekanîzmaya navneteweyî nekare ji malbat, parêzer û raya giştî re bêje ka rêzdar Ocalan sax e an na, divê em nîqaş bikin ka nirx û wateya vê saziyê heye an na.
Em bi cîhanek re rû bi rû ne ku ji me re jî nikare bêje rêzdar Ocalan li Îmraliyê ye yan na. Ji ber vê yekê, nêzîkatiyek heye ku bi cidî were girtin û were nirxandin; Dezgehek heye ku em bi cidî lê dinêrin û bi rastî jî jê re eleqedar dibin, tu nêzîkatiyek ku em bibêjin hin sazî hene, çi mafên mirovan bin, çi ne siyasî bin, tune. Bi dîtina min bêbandor e, lê sedema vê bêbandoriyê ew e ku ji nêzîkatiya siyasî ya ku min behs kir nebêpar e. Lewma muxatabên me yên sereke mekanîzmayên siyasî yên di vî warî de ne. Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û divê Konseya Ewropayê di vê mijarê de bi tevahî helwestê nîşan bide. Ji ber vê yekê ne CPT bi tenê ye, ku beşek piçûk a burokratîk a bêbandor e. Wek min got; CPT bi avêtina pêşiya me û weke muxatabê sereke nîşan didin, rastî helwesteke ku me ji wan sedemên siyasî û nêzîkatiyên siyasî yên li paş xwe dûr dixe, dikin. Heman sazî, li gorî min xwedî nêzîkatiyeke hîlekar in. Ez wisa difikirim ku divê helwesta wan bi vî awayî bê nirxandin.”
DOZA ATÎNAYÊ
Şakar diyar kir ku Doza Atînayê di eslê xwe de serlêdanek bû ku di sala 2019’an de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re hatiye şandin û got “Dema hat rojevê li raya giştî belav bû. 24 salên ku rêzdar Ocalan li Îmraliyê ye, pêwîst e di çarçoveya hiqûqa neteweyî û navneteweyî ya 24 salan de, ev tişt weke têkoşînê were dîtin .Li aliyekî tecrîd heye, pergala êşkenceyê hatiye avakirin, lê li hemberî vê 10 sal in, hûn dizanin, heta sala 2009’an rêzdar Ocalan bi tenê ma, piştre komeke biçûk a hevalan anîn wir. Yanî 24 sal in rêzdar Ocalan bûye xwedî berxwedan, helwestê. Di heman demê ji roja ewil ve şerekî hiqûqî heye. Rêzdar Ocalan 15’ê Sibatê de hat girtin, di 16’ê Sibatê de serî li DMM hatibû dayîn. Ji wê demê û vir ve serî li gelek mekanîzmayan hate xistin. Bi taybetî DMME û herî dawî jî li mekanîzmayên hiqûqî yên Neteweyên Yekbûyî. Hewl hate dayîn ku îmkanên hiqûqa navneteweyî were bikaranîn. Wê demê raporên pir bi rêkûpêk ji CPT’ê re hatin şandin. Ev raporên mehane û sê mehane bûn. Di derbarê darazê de muxatabê sereke mekanîzmaya hiqûqî ya sereke ye, mekanîzmaya hiqûqî ya navneteweyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye ku Tirkiye jî endamê wê ye. Lewma ji destpêkê ve bi dehan dosya ji aliyê parêzerên rêzdar Ocalan ve ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re hatin şandin.
Di salên 2003 û 2005’an de DMME’ê biryar da ku rêzdar Ocalan edilane nehatiye darizandin. Di sala 2014'an de biryar hat dayîn ku cezayê heta hetayê yê giran tê wateya êşkenceyê. Hin biryarên bi vî rengî yên hiqûqa navneteweyî yên erênî hatin stendin. Çi qas ev tên pêkanîn ev nîqaşeke cuda ye, lê dozên ku li DMME'ê hatine vekirin hene û dozên bi ser ketin hene. Ji xeynî wê, dosyaya herî girîng a ku niha di pêş de ye, beriya niha bi qismî ji raya giştî re hatibû vegotin. Di sala 2011’an de ji bo DMME’yê serlêdanek heye. Di wê rewşê de pêvajoya qanûnî bi dawî bû. Doz niha li benda encamdayînê ye. Dosyaya herî girîng a DMME ya niha ye. Di sala 2011an de hat vekirin, em dikevin sala 2023’an. 12 sal in DMME nekarî temam bike. Dosyaya herî girîng dosyaya tecrîdê ya 2011’an e. Em li benda wê ne. Jixwe DMME’ê heta sala 2009’an der barê tecrîdê de, pêvajo biryar dabû, lê ji sala 2009’an heta îro, yanî ji dema hevalên din anîn Îmraliyê, DMME’yê der barê pêvajoya 2009’an de heta îro biryarek nedaye. Ji par ve em li benda vê biryarê ne.
Ji xeynî wê dosyayeke din a girîng jî dosyaya ku li Atînayê li dijî Yewnanîstanê hat vekirin. Hemû dosyayên ku heta îro di DMMEê de hatine vekirin, bi dehan dosya, dosyayên din ên mezin û biçûk hê li ber çavan in, hemû li dijî Tirkiyeya ku endamê DMME’yê ye hatine vekirin. Dosyaya ku min behs kir li dijî Yewnanîstanê hat vekirin. Nêzîkatiya bingehîn jî rola Yewnanîstanê ya di komploya navneteweyî de eleqedar dike. Berê li Yewnanîstanê têkoşîneke hiqûqî ya navxweyî ya demdirêj hebû. Di sala 2019’an de hate vekirin dema ku di qanûnên hundurîn ên Yewnanîstanê de encamek derneket. Di vê dosyayê de DMME'ê herî dawî bi nameyekê ji alî, parêzer û hikûmeta Yewnanîstanê re ragihand ku dest bi dosyayê kiriye û pêvajoya asayî ya DMME daye destpêkirin. DMME'ê dosya tomar kir û diyar kir ku ev dosya niha hatiye vekirin û pêvajoya hiqûqî hatiye destpêkirin.
BANGA SEFERBERIYA JI BO TECRÎDÊ
Şakar diyar kir di vê komployê de Tirkiye, DYE, Îngîltere, Îsraîl û hemû hêzên Ewropayê seferber bûne û giraveke taybet tê avakirin, mijara nûnertiya rêzdar Ocalan e û got “Ev nûnertî pir bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Damezrîner û rêvebirê tevgera siyasî ya Kurd bi wateya nûjen e û nûnerê 50 salên dîroka siyasî ya Kurdistanê ye. Ev mijar her çend aliyên hiqûqî û mafên mirovan hebin jî, di esasê xwe de mijareke siyasî ye. Divê weke parçeyekî pirsgirêka Kurdistanê bê dîtin. Ji ber vê yekê tecrîda Îmraliyê û atmosfera ku rêzdar Ocalan tê de ye ne tenê meseleya wî, malbat û parêzerên wî ye. Sedema mayîna li wir bi rastî pirsgirêkek e ku hemû muxatabên pirsgirêka Kurd bi giştî eleqedar dike. Bi gotineke din ew pirsek e ku gelê Kurdistanê bi giştî eleqedar dike. Hikûmet jî bi vî awayî nêzîk dibe.
Yanî rêzdar Ocalan di hundir de girtî ye, lê ji niha ve di nava siyaseta Kurdistanê de ye. Ji ber vê yekê hûn li nêzîkatiya li hemberî vê yekê dinêrin, ev jî li derve xuya dike. Jixwe hikûmet vê yekê dike. Dema li Îmraliyê şer û tecrîd heye, gulan nade Kurdên li derve, fîşekan li Kurdan direşînin. Di eslê xwe de dema ku ew li hundur bi rêzdar Ocalan re hevdîtin dike û dema ku pêvajoya muzakereyan dest pê dike, jiyana li derve di jiyana kurdan de jî guhertinekê çêdike. Ji bo Kurdan û dostên wan û bi giştî jî ji bo Tirkiyeyê qadeke nermtir, derdikeve holê. Polîtîkaya rojane ya mejiyê dewletê ya li hemberî rêzdar Ocalan, tevahiya civaka Kurdistanê li derve eleqedar dike. Ne tenê Bakurê Kurdistanê; bandorê li Rojava, tevahiya Başûr û hemû parçeyên Kurdistanê dike.
Pêvajoya ku ev 5 sal in em tê de dijîn û em weke 'Plana Hilweşînê' bi nav dikin, bi têkçûna pêvajoya muzakereyê û girankirina tecrîdê dest pê kir. Yanî dema ku pêvajoya muzakereyê hebû, belkî xwe amade kiribûn, lê nikaribûn vê pêvajoyê bikin pratîkê. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hem li hundir hem jî li derve polîtîkayekê dimeşîne. Li Îmraliyê dest bi siyasetê dike û li derve jî xwe dide der. Ev ji bo gelê Tirk jî derbas dibe. Helbet rêzdar Ocalan ji bo Kurdan kesayetekî hêja ye. Pêwîst e li hemberî tecrîdê helwest bê girtin, lê di rastiya xwe de divê her kes, hemû gelê Kurdistanê ji bo berfirehkirina azadiya xwe û qadên xwe yên jiyanê li dijî tecrîdê derkevin.
Dema em li 5 salên dawî dinêrin, em dibînin ku ev pêvajoya ku bi rastî bi tecrîdê dest pê kir, weke şerê li dijî Kurdan, mîlîtarîzm û dagirkeriyê dewam kir, li Tirkiyeyê dîktatoriya yek zilamî ava kir. Pêvajoya ku weke şer li me vegeriya û weke qirkirina ciwanên me yên li jêrzemînên Cizîrê, li Tirkiyeyê weke dîktatoriya yek zilamî xwe nîşan da.
Dema ku rêzdar Ocalan hat Ewropayê, dema ku li Romayê bû gelê Kurd çawa berê xwe dan Romayê, di bîra me de ye. Piştgiriyek mezin jî hebû. Di 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê de çalakiyên şermezarkirina komployê û veguhertina bîranînê, rastî helwesta gelê Kurd tê. Nepejirandina vê bêhiqûqiya hêzên cîhanî û sîstema ku Tirkiyeyê ava kiriye, helwesta bingehîn a gelê Kurd e. Pêwîstî bi nêzîkatiyeke hîn bi îstîkrar, bi pergal, bi rêkûpêktir heye. Ji aliyekî ve çekên kîmyewî yên ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatine qedexekirin li dijî gerîlayên Kurdistanê tên bikaranîn. Rojava di bin xeteriyeke mezin de ye. HDP û hemû girtiyên me yên siyasî di bin gefan de ne. Di vî warî de rojeva Kurdistanî ya pir giran heye, lê di navenda van hemû tiştan de tecrîd heye. Ji bo vê jî divê têkoşîneke civakî ya pir bi israr, pir sîstematîk bê meşandin. Qebûlnekirin heye, helwest heye, berxwedan heye. Jixwe em ketine meha 21’an ku tu xeber ji rêzdar Ocalan nayê stendin. Ez difikirim ku divê têkoşîna bi israr a di vê mijarê de hinekî din were zêdekirin.”