Îtîraza li hemberî astengkirina Xwebûn û Jinnewsê hatin redkirin

Derbarê astengkirina navnîşanên rojnameya Xwebûnê û Jinnewsê îtîraz hatibû kirin. Ev îtîraz hate redkirin. Îtîraza li hemberî vê redkirinê jî hate redkirin.

Dadgeha Cezayê yê Sulhê ya 4’emîn a Enqereyê biryar dabû ku malperên rojnameya Xwebûnê û ajansa nûçeyan a Jinnewsê were astengkirin. Li hemberî vê astengkirinê îtîraz hatibû kirin. Piştre îtîraza li Hakîmtiya Sulhê ya Ceza ya 5’emîn a Enqereyê jî îtîraz hatibû kirin. Ev îtîraz jî hate redkirin.

Parêzer Resûl Temûr, Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, li ser navê Komeleya Lêkolînên Heqîqetê ya Komeleya Çapemenî û Hiqûqê Ozlem Ender û Mîr Alî Koçer, wekîla Google LLC parêzer Gonenç Gurkaynak ji bo rakirina astengkirinê li Hakîmtiya Sulhê ya Ceza ya 5’emîn a Enqereyê îtîraz kiribûn. Ev îtîraz jî hatibû redkirin.