Îsraîlê bang li welatiyên xwe kir ku Tirkiyeyê biterikînin
Îsraîlê diyar kir ku ewlehiya welatiyên wan li Tirkiyeyê nîne û bang li wan kir ku vî welatî biterikînin.
Îsraîlê diyar kir ku ewlehiya welatiyên wan li Tirkiyeyê nîne û bang li wan kir ku vî welatî biterikînin.
Îsraîlê ji bo ewlekariya welatiyên xwe bang li wan kir ku Tirkiyeyê biterikînin.
Li gorî nûçeya AFP'ê, Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê bal kişand ser 'gefên terorîstî' yên li dijî welatiyên Îsraîlê yên li derveyî welat û bang li welatiyên xwe kir ku ji bo ewlekariya xwe di dema herî kurt de Tirkiyeyê biterikînin.
Li gorî heman çavkaniyê, ji bo Îsraîliyên diçin Tirkiyeyê jî alarma ewlekariyê 'di asta herî bilind de, di asta 4'an de' hate ragihandin.