Însiyatîfa Zarokên Agir: Heta ku ji Kurdistanê bicehimin wê bişewitin!

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Antalya, Stenbol û Konyayê febrîqeyek, avahiyek Midûriyeta Çandiniyê û 2 wesayit hatin şewitandin.

Di daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Agir de hate gotin, "Heta ku ji Kurdistanê bicehime û biçe, her roj wê febrîqe, kargeh, wesayit û cihên we bişewitin. Ji bo me erk û wezîfe ye ku serî li we bidin tewandin."

Li gorî daxuyaniyê 5'ê Cotmehê li Umraniye ya Stenbolê febrîqeyeke alet îmalat a HAS, li Kartalê wesayitek 'kesekî faşîst', 4'ê Cotmehê li navçeya Manavgat a Antalyayê avahiyeke Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeyê û 3'ê Cotmehê li navçeya Ereglî ya Konyayê wesayita kesekî AKP'î hatin şewitandin.