Însiyatîfa Zarokên Agir sê kargeh û mînîbusek şewitand

Însiyatîfa Zarokên Agir li sê bajaran sê kargeh û mînîbusek şewitand.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku wê bêhnê li yên ku piştgiriyê didin dagirkirina Kurdistanê biçikînin.

Însiyatîfê têkildarî çalakiyên xwe ev agahî da:

"3'ê Cotmehê li navçeya Dalaman a Mûglayê kargeheke kesekî MHP'î,

2'ê Cotmehê li navçeya Yildirim a Bûrsayê kargeheke tekstîlê,

2'ê Cotmehê li Mûglayê mînîbuseke faşîstekî,

1'ê Cotmehê jî li Denîzliyê bi dehan lstîkên li stasyoneke sotemeniyê û cihê şuştina xaliyan hatin şewitandin."