Însiyatîfa Zarokên Agir li 5 bajaran çalakiyên şewitandinê kir
Însiyatîfa Zarokên Agir li 5 bajaran li dijî faşîstên AKP-MHP'ê çalakiyên şewitandinê lidar xist.
Însiyatîfa Zarokên Agir li 5 bajaran li dijî faşîstên AKP-MHP'ê çalakiyên şewitandinê lidar xist.
Di daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Agir de hate ragihandin ku li 5 bajaran çalakiyên şewitandinê lidar xistine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "21'ê Mijdara 2021'ê li navçeya Marmarîs a Mûglayê yateke bi navê 'Marmaris Palace' ya bi buhayekî zêde ku bi 27 metreyan dirêj bû ya kesekî MHP'î bû hate şewitandin.
19'ê Mijdara 2021'ê li herêma Pîşesaziya Organîze ya Ûşakê Febrîqeya Tekstîlê ya Pamûkçû ya kesên MHP'î hate şewitandin.
21'ê Mijdara 2021'ê li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê 3 qemyonên parkkirî yên dijminê Kurdan hatin şewitandin.
19'ê Mijdara 2021'ê li navçeya Erenler a Sakaryayê jîpeke kesekî MHP'î hate şewitandin.
19'ê Mijdara 2021'ê li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê depoya dikaneke kesekî AKP'î hate şewitandin."