Însiyatîfa Zarokên Agir gelek wesayit û kargeh şewitand
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li gelek bajaran, wesayit, tankereke keştiyê ya sotemeniyê û kargeheke 'faşîstan' şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li gelek bajaran, wesayit, tankereke keştiyê ya sotemeniyê û kargeheke 'faşîstan' şewitandine.
Li gorî Însiyatîfa Zarokên Agir li Stenbol, Bûrsa, Dîlok, Çorûm û Îzmîrê "Gelek wesayit û kargeheke dijminên Kurdan" hatin şewitandin.
Însiyatîfê hişyarî da ku wê tola Kurdan kêlî bi kêlî hilînin û diyar kir ku 10'ê Tîrmehê li Dîlokê 'kargeha pêlavan a AKP'iyan', 9'ê Tîrmehê li Maltepe ya Stenbolê tankereke sotemeniyê ya keştiyê ya 'faşîstan' û heman rojê li Bûrsa, Îzmîr û Çorûmê jî wesayitên 'AKP û MHP'iyan şewitandine.