Însiyatîfa Zarokên Agir 3 febrîqe û 2 wesayit şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku 3 febrîqe û 2 wesayitên AKP'î û MHP'iyan şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku 3 febrîqe û 2 wesayitên AKP'î û MHP'iyan şewitandine.
Di daxuyaniya însiyatîfê de hate gotin, "Çeteyên AKP-MHP'ê ku bi gotina 'welat-milet' qirêjiya xwe bi dijminatiya li Kurdan dinixumînin, wê li her derê li xezeba Kurdan rast bên. Kiryarên we wê ji we re nemînin."
Li gorî daxuyaniyê,
6'ê Hezîranê li Denîzliyê febrîqeya tekstîlê ya Sevînç a AKP'iyan,
5'ê Hezîranê li Qada Pîşesaziyê ya Dîlokê febrîqeyeke plastîk a AKP'iyan,
5'ê Hezîranê li navçeya Başîskele ya Kocaeliyê febrîqeyeke veguherandinê ya dijminên Kurdan,
4'ê Hezîranê jî li Kahramankazan a Enqereyê 2 wesayitên AKP'iyan hatin şewitandin.