ÎHD’yê bertek nîşanê nijadperestiya li dijî Kurdan da

Komîsyona Li Dijî Nijadperestî û Cihêkarî ya Şaxê ÎHD’ê ya Stenbolê, bertek nîşanê nijadperestiya li dijî Kurdan da û banga têkoşîna li dijî tevgerên nîjadperest ên li dijî Kurdan kir.

Komîsyona Li Dijî Cihêkarî û Nijadperestiyê ya Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo ku di Heftaya Mafê Mirovan de balê bikişîne ser cihêkarî û nijadperestiya li dijî Kurdan, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de afîşa “Kurd û Kurdî nabe ku biçûk bên dîtin, her zimanek hêja ye“ hate daliqandin û dowîzên ku heqaretên nijadperestî li ser hatibûn bicihkirin hatin hilgirtin. Tevî Eren Keskîn, gelek mafparêz tev li daxuyaniyê bûn. Endama Komîsyona Li Dijî Cihêkarî û Nijadperestiyê Gulistan Yarkin xwend.

Yarkin destnîşan kir ku nijadperestî bi destên desthilata Tirk di warê aborî, civakî û siyasî de dikeve meriyetê û li Tirkiyeyê li ser her kesê/a ku ne Tirk be, înkar û jibîrkirina nasnameya xwe tê ferzkirin. Yarkin da zanîn ku kesên vê yekê qebûl nekin jî bi rêyên cuda biçûk tên dîtin. 

Yarkin anî ziman ku herî zêde Kurd rû bi rûyê kirinên nijadperest dibin û piştî ku Kurd salên 1990’î koçî bajarên mezin kirine zêdetir bûne. Di dewama axaftina xwe de Yarkin bi lêv kir ku gotinên bi nijadperestî ji Kurdan re tên gotin û got: "Ev gotin ji hêla nijada serdest a Tirk ve ji nû ve tên zêdekirin.“

Yarkin, ji bo dawî li vê rewşê bê banga têkoşînê kir.