ÎHD û TÎHV: Li dijî qetlîamê helwestek hevpar divê

ÎHD û TÎHV, bal kişan ser êrîşa nîjatperest a li Konyayê û bang helwesta hevpar ji herkesê kir.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) derbarê 4 jê jin 7 kesên di êrişa nijadperest a li navçeya Meram a Konayayê hatin qetilkirin de, daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de, hat bibîrxistin ku malbata Dedeogullari berê jî êrîşa faşîst û nijadperest li ser wan hatibûn kirin û êrîşkar piştî demek kurt serbest hatibûn berdan. Saziyên mafên mirovan, di daxuyaniya xwe de, destnîşan kirin ku ligel biryara parastinê jî, malbat nehat parastin. 

ÎHD û TÎHV'ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew ê bi şandeyeke ji rêxistinên civaka sîvîl hatiye avakirin re, biçin navçeya Meram a Konyayê û bûyera qetilkirina 7 endamên malbata Kurd di cih de lêkolîn bikin.