‘Rewşa 44 girtiyên jin ên nexweş û Tûran Çelîk giran e’

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa 44 girtiyên jin ên nexweş û rewşa girtiyê nexweş Tûran Çelîk.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 572’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa 44 girtiyên jin ên nexweş ku li girtîgehên Herêma Marmarayê girtî ne. 

Parlamenterên HDP’ê û gelek parêzvanên mafê mirovan tev li çalakiyê bûn û pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Bila jinên girtî yên nexweş bên berdan” hatin vekirin û dirûşm berz kirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy daxuyanî xwend. 

Ersoy diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê hezar û 273 girtiyên jin ên nexweş hene û ji van girtiyan 450 girtî bi ser 65 saliyê re ne û pêdivî û cudahiyên fizîkî, biyolojîk û derûnî yên jinên li girtîgehan li ber çavan nayê girtin. 

Ersoy bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û li girtîgehên Bakirkoy, Sîlîvrî, Kandira, Gebze, Bûrsa û Duzceyê yên Herêma Marmarayê yên rewşa wan giran jî di nav de 44 jinên girtî yên nexweş hene. 

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girityên Nexweş re Azadî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Tûran Çelîk û diyar kir ku Çelîk bi awayekî dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin. 

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 442'yemîn de çalakiya heftane li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin, girtiyên nexweş berdin” hat vekirin. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Tûran Çelîk. 

Tûrgût diyar kir ku Tûran Çelîk ji Girtîgeha Turkoglûya Mereşê sewqî Girtîgeha Kavas a Samsûnê ya Tîpa S’yê kirine. Tûrgût da zanîn ku salên dirêj e Çelîk li hefsê nexweş e û di 12’ê çileya 2023’yan de anjiyo bûye û di 16’ê Çile de jî emeliyata bypassê bûye. Tûrgût destnîşan kir ku dema ku Çelîk birine nexweşxaneyê û anîne emeliyatkirî bûye û di dema emeliyata bypassê de jî destê wî kelemçekirî bûye û vê êşkenceya bi kelemçeyê 12 rojan dewam kiriye. Tûrgût xwest ku girtiyê nexweş Tûran Çelîk were berdan.