ÎHD’ê li Îzmîrê li aqubeta Ceylan pirsî

Xizmên wendayan yên li Îzmîrê û endamên ÎHD’ê li aqubeta Tolga Baykal Ceylan pirsîn ê ku piştî hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.

Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, aqûbeta xwendekarê zanîngehê Tolga Baykal Ceylan (24) pirsî. Ceylan di 10’ê Tebaxa 2004’an de hatibû destgîrkirin û dûre hatibû windakirin. Komîsyonê daxuyaniya xwe li ber Sumerbanka kevin a Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Winda diyar in, kujer li ku derê ne?” û “Winda wijdan in, xwedî lê derkevin” hatin vekirin. Endam û rêveberên ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Endamê Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Caner Canli, qala çîroka Ceylan kir û got: “Ceylan ê ku piştî hatibû destgîrkirin, hate windakirin kesekî çepgir û Xiristiyan bû. Dayika wî Kadriye Ceylan, serî li hemû saziyên berpirsiyar ên dewletê da û li kurê xwe geriya. Dayika Ceylan li her derê rastî xemsariya rayedaran hat. Dosyeya lêpirsînê ya di sala 2004’an de, ji aliyê Serdozgeriya Demîrkoyê ve hatibû destpêkirin jî, di sala 2006’an de, bi hinceta 'cih ji darizandinê re tuneye' hat girtin.”

Canli, da zanîn ku ji bo lêkolînkirina aqûbea Ceylan di sala 2011’an de li Meclîsê komîsyonek hat avakirin û wiha got: “Komîsyonê, di dema xebata xwe ya 4 mehan de, guhdarî gelek kesan kir. Di vê çarçoveyê de raporek berfireh hat amadekirin. Lê cardin tiştek derneket holê. Ligel ku şahid, îtîrafkar û îfade hene jî, dewlet vê bûyerê înkar dike û tu kesî nagire.”