ÎHD’a Amedê: Tecrîda Îmraliyê li dijî hemû peymanan e, divê demildest bê rakirin

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê destnîşan kir ku sedema binpêkirina mafan pirsgirêka Kurd e û diyar kir ku berpirsiyarê vê yekê desthilatdariyê ye. ÎHD’ê got, "Divê demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe."

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cihanê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta "Aştî, bi mafên mirovan pêkan e" hat vekirin de, gelek saziyên sivîl û pîşeyî beşdar bûn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê Abdullah Zeytûn, anî ziman ku binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin û bal kişand ser pêkanînên qirkirina siyasî.

‘SEDEMA BINPÊKIRINA MAFAN PIRSGIRÊKA KURD E’

Zeytûn destnîşan kir ku sedema binpêkirina mafan a sereke pirsgirêka Kurd e û got ku berpirsyarê vê yekê desthilatdariye. Zeytûn wiha dewam kir, “Cenazeyê Hakan Aslan ê di şerê Sûrê ya li navçeya Amedê jiyana xwe ji dest dabû piştî 7 salan di nav torbeyekê de radestî bavê wî hat kirin, bi vê yekê  hiqûq û wijdan tune hatine hesibandin, mafê binaxkirin û rêzdariya cenazeyê bi zelalî hatiye binpêkirin. Dîsa di vê dema ku zordestiyên li ser çapemeniya azad zêdetir bûne de gelek kedkarên çapemeniya Kurd hatine destgîrkirin û girtin. Îro hîn jî 64 rojnamevan li girtîgehê ne, ev yek nîşaneya polîtikayên zordestî yên li ser azadiya çapemeniyê di kîjan astê de ye nîşan dide. Ji xeynî van pêkanînên dijhiqûqî; di derheqê Seroka Navenda Konseya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci de ji bo ku di 20’ê Cotmeha 2022’an de tev li bernameyeke televîzyonê bûye û gotiye TSK di sînorên Herêma Kurdistanê de çekên kîmyewî bikaraniye ewilî kampanyaya lîncê hate destpêkirin pişt re jî hate destgîrkirin û girtin. Mamoste Şebnem parazvana mafên mirovan a wêrek e ku hemû jiyana xwe daye li ser têkoşîna mafên mirovan û zanînê . Careke din em li vir daxwaza berdana wê ya demildest dikin.”

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Zeytûn balkişand ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş û ev tişt gotin: “Herî kêm 651 nexweşên giran bi giştî 1517 nexweş ji van mafan bêpar li girtîgehan tên girtin. Mafên tendûristiyê yê girtiyên nexweş ji hêla dewletê ve tê binpêkirin. Li gorî daneya 11 mehên sala 2022’an a Komîsyona Gîrtîgehan a ÎHD’ê herî kêm 70 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Mijara binpêkirina mafan a girtîgehan a girîng yek jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dimînin e. Di girtîgehan de tecrîd û binpêkirinên mafan li dijî Rêzika Mandela ya Neteweyên Yekbûyî ye. Her wiha li dijî pêşniyarên CPT’yê û Qanûna Înfazê bi hejmara 5275’an e. Em dibêjin pêkanînên li ser girtiyan rewşeke dijî hişmendiya mafên mirovan û hiqûqa mirovî ye, tecrîd û izolasyon dijî peymanên netewî û navnetewî ne bi lez û bez dev ji van pêkanînên neqanûnî berdin, hem parêzer hem jî malbat bila hevdîtinên xwe pêk bînin.”

Zeytûn anî ziman ku şîdeta li ser jinê her ku diçe zêde dibe û got, "Nebûna mekanîzmayên alternatîf ên pêşîgirtina li şîdetê û misogerkirina ewlehiya jinan, sedema zêdebûna vê şîdetê ye."