Êşkence li ciwanan hate kirin û sîxurtî li ser wan hate ferzkirin

Ciwanên HDP’yî û HDK’yî diyar kirin ku sîxurtî li ser wan hate ferzkirin û êşkence li wan hate kirin.

Têkildarî revandin û lêferzkirina sîxurtiyê ya li ser endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Ciwanên ku sîxurtî li ser wan hatibû ferzkirin û parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Destgîrkirin, revandin nikarin me bidin sekinandin. Zext nikarin ciwanan bêdeng bikin” hat vekirin. 

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku di demên dawî de bûyerên weke van zêde dibin. Yolerî, da zanîn ku ev rewş bê hiqûqî ye û xwest daraz bikeve nav tevgerê.

Endamê HDK’ê Mûrat Çoral anî ziman ku di 13’ê Tebaxê dema ligel du hevalên xwe diçû navçeya Sancaktepeyê saet 23.00’yan de wesayiteke zirxî pêşiya wan girtiye, li nasnameya wan pirsiye û wiha got: “Bêyî nasnameyan kontrol bikin ez û her du hevalên min xistin wesayîtê de û ser zik em dirêj kirin. Di vê navberê de heqaret li me kirin xeber gotin û di nava erebeyê de bi cop û pêhnan li me dan. Dûre em birin nav daristanekê û li vir jî îşkence li me kirin û pişt re bi hinceta ‘çay vexwarinê’ sîxurtî li me ferz kirin. Piştî 25 deqîqeyan jî em berdan.” Çoral, destnîşan kir ku li dijî van pêkanînan dê paş ve gavê neavêjin û wê xebatên xwe yên siyasî bimeşînin.

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ozcan Gokçûr jî diyar kir ku polîsên ew revandin sîxurtî li wî ferz kiriye û derbarê rewşê de dê serlêdana sûc bike. 

Parlementerê HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî bertek nîşanî zextên ser ciwanan da û wiha got: “Gelek sûcên wiha hene, heta niha derbarê van de tu gav nehatina avêtin û lêpirsîn nehatine vekirin. Ev jî dide nîşandan ku ev kes di bin parastina desthilatê de ne.”

Gulum, destnîşan kir ku ji bo AKP desthilata xwe bimeşîne serî li van pêkanînên wisa dide û wiha axivî: “Me ev yek di salên 90’î de jiyan.Heke em mudaxaleyî vê yekê nekin û weke muxalefeta civakî deng dernexînin, dibe ku em pêvajoyeke weke salên 90’î bijîn.”

Ciwanên sixûrtî li wan hat ferzkirin, ji bo binpêkirina mafan serî li ÎHD’ê dan.